* Serokê Odeya Bijîşkên Mêrsînê Mehmet Antmen, anî ziman ku ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ji sedî 70 tije bibe nexweşên li nexweşxaneyên din sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê tên kirin. Antmen got, bi vê yekê mafê xwegihandina tenduristiyê ya welatiyan tê binpêkirin.
* Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, Ahmet Çamsari wekî rektorê tayînî Zanîngeha Mêrsînê kir. Akademîsyen Atîlla Guney ê bi KHK'ê hat îxrackirin bertek nîşanî vê yekê da û got: "Qeyûm çi be, rektorê li Zanîngeha Mêrsînê jî ew e."
* Li Amedê Komeleya Ciwanan û Guherînê, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn kampanyaya "Pirtûkek, Jiyanek" da destpêkirin.
* Li Îzmîrê Dilbirîn Sadik ê ji Kobaniyê, ji ber hatibû derbkirin çûbû qereqolê lê belê li qereqol polîsan ji ber wêneyên di telefona wî de ew bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kiribûn. Her çend Sadik beraat kir, lê belê dîsa jî der barê wî de biryara dersînorkirinê hat dayîn.
* Li navçeya Efelerê jinên li dijî JES'ên tê xwestin li Kizilcaakoyê bên çêkirin li ber xwe didin gotin: "Em ê li pêşiya dozeran xwe dirêjkirin, lê qethiyen em ê nehêlin bîr bên kolandin."
* Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Bariş Altintaş, destnîşan kir ku bi destê darazê bi lez û bez di asta herî jor de ceza li rojnamevanan tê birîn. Altintaş, diyar kir ku piştî hewldana darbeyê nêzî 300 rojnamevan hatine girtin, lê belê ji vana tenê 15 jê serî li DMME'yê dane.
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi rêya parêzerên endamên ÎHD'ê ragihandin ku sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, vîtamîna B12'an nadin hevalên wan ên di greva birçîbûnê de û gardiyan gefan li wan dixwin û heqaretê li wan dikin.
* Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê di asta krîtîk de ye û got: "Daxwaza hevpar a gelê kurd bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e."
* Danişina doza Rojnameger Deniz Yucel dê li 32'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Rojnameger Huseyin Aykol, Zana Kaya, Înan Kızılkaya û Siyasetmedar Hatip Dicle dê li 2'emin Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* 4'emîn danişîna doza kuştina Kemal Kurkut ê li Newrozê hat kuştin dê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.30)
* Nobeta Edaletê dê di hefteya 84'an de li ber Edliyeya Stenbolê bê dîtin. (11.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê der barê zextên li ser rojnamegeran de li avahiya xwe civina çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Platforma Hiqûqnasên Azad OHP, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora herêma Marmara ya girtigehan bi raya giştî re parve bike. (13.00)