STENBOL - Li taxa Kozyatagi ya navçeya Kadikoya Stenbolê di saetên sibê de xaniyek şewitî. Di şewatê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li kolana Hîlmîpaşa ya taxa Kozyatagi ya navçeya Kadikoyê da qaê jor ê apartmanekê de agir bi xaniyekî ket. Tê îdîakirin ku di şewata xanî de Hevjîn û keça Waliyê Konya yê Berê Cemalettin Ertem jiyana xwe ji dest dane. Piştî agir bi xanî ket yekîneyên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û mudaxalmeyî şewitandina xanî kirin. Yekîneyên agirkujê ku mudaxaleyî şewitandina xanî kirin, agir kirin bin kontrolê. Hat diyar kirin ku li xaniyê ku agir pê ket de Waliyê Konya yê berê Cemalettin Ertem, hevjîna wî Cahidan û keça wî Hulya Ertem bi hevre dijîn. Lêkolîna bûyerê didome.