MEREŞ - Komkujiya Mereşê ya 40 sal di ser de derbas bûn, hêj di hafizeya mirovan de zindiye. Yek ji şahidên Komkujiya Mereşê Mahmût Yildirim ê 77 salî, diyar kir ku ku ne 40, 80 sal jî derbas bibin êşa Mereşê kêm nabe.
Bi ser komkujiya Mereşê yy li dijî welatiyên Elewî pêk hat, 40 sal derbas bûn. Di sala 1970’iyan de bi hinceta “Hejmara nifûsê” û “Astengkirina windabûna nameyan” malên Elewiyan bi boyaxa sor hatin xizkirin. Kesên malên wan hatibûn xizkirin di komkujiyê re derbas bûn û li gorî hejmarên fermî 111 welatî hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî hatin birîndarkirin. Di san di êrîşên komkujiyê de 552 mal û 289 kargeh hatin şewitandin. Ji sedî 80’î Kurdên Elewî bi darê zorê hatin koçberkirin.
Senaryoya komkujiyê, ji aliyê Komeleya Ciwanên Ulkucu yên filma netewperes a binavê “Guneş ne zaman dogacak” a di 19’ê Kanûn a 1979’an de li Sînemaya Çîçek dan pêşandan û şûn de pêk hat. Piştî bombeya dengê li salona sinemayê hat teqandin, ji bo komkujiyê biryar hat dayîn.
ÊRÎŞAN DEST PÊ KIR
Piştî teqîna bombeye, ulkucuyên ji salano derket û hêzên paramilîter bi dirûşmeyên “Tirkiyeya Misilman”, “Tirkiyeya Netewperes” û “Serleşker Turkeş” berz kirin û bi tekbîran êrîşî Avahiya Bajêr a CHP, PTT û TOB-DER kirin. Dûre Qehwexaneya Akin a Taxa Yorukselim a welatiyên Elewî lê diyan rastî êrîşan hat û Pîrê Elewiyan Gijgin Dede hat qetilkirin. Dş 21’ê Kanûn de jî, du mamosteyên binavê Haci Çolak û Mûstafa Yuzbaşioglu yên endamên TOBDER’ê bi çekê hatin kuştin.
CHP HIKUMET BÛ
Di di merasima Gijgin Dede û du mamosteyan a 22’yê Kanûn de, li taxên Yorukselîm, Magarali, Serîntepe, Dûmlûpinar û Sakarya êrîş pêk hat. Bi sedan jin, pir, kal û zarok hatin kuştin. Li dijî êrîşên heya 26’ê Kanûnê berdewam kirin, hikûmeta CHP’ê ya bêyî ku dengê xwe derbixwe, ‘rewşa awarte’ îlan kir.
40 SAL DERBAS BÛN JÎ JI BÎR NEKIRINI
Malbatên ku rastî lîncê hatin û jiyana wan tar û mar bûn, ji bo wan piştre êdî her tişt guherî û nebû wekî berê. Yek ji malbatên ku rastî lîncê hatin û jiyana wan tar û mar bû malbata Yildirim e. Bav Mahmut û keça wî Gulay Yildirim ku hêzîr barandin, diyar kirin ku di ser komkujiyê re 40 sal derbas bûn, lê wan hêj ev komkujî û şopa wê ji bîr nekirine. Bav Mahmut Yildirim ê 77 salî, anî ziman ku her tiştê wan talan bû û tiştek li şopa wan nema û wiha got: "Ne 40 sal 80 sal derbas bibe jî em vê komkujî û êşa Mereşê ji bîr nakin. Ev êş aş nabe. Dikan û malên elewiyan ji aliyê şaredariyê ve hatin îşaretkirin. 40 sal berê erişî dikana me kirin. Ez wê demê li malê bûm. Dema ez çûm camê dikanê şikandibûn. Ji bo hundikê dikanê neyê dîtin min merşek bi şibaka dikanê vekir û dîsa çûm malê. Di roja sêyemîn de ez çûm dikanê, dikan talan û wêran kiribûn. Bi perê wê demê 75 hezar tl pere di qasê de bûn. Pere biribûn, qaze jî li kolanê şikandibûn. Tenê 2,5 lira pere hiştibûn. Ez wî pereyî hêj li malê diparêzim. "
Yildikim anî ziman ku wê demê 30 xwendekar di mala xwe de diparatin û komek hatin ber derî û xwemstin têkevin hundirê malê û wiha got: "Koma hatin hewl dan têkevin malê gefa "Bila sehê reş we rizgar bike. Bi gotina 'Sehê reş' xwestin bêjin Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit bû. 3 roj şunde cemsek esker hatin û min alîkarî ji wan xwest. Dema min li şibakê nerî malek dişewîtî. Xwişka min jî li wê avahiyê rûdinişt. Piştî min dît xaniyê keça min dişewite min krîz derbas kir. Wê demê Wezîrê Karên Hundir Îrfan Ozaydinli hatibû. Li tenişta Qonaxa hikûmetê tije esker bûbû. Ez çûm odeya wezîr û min got ‘Ji xwedê bitirse. Ma te ev esker ji bo te biparêzin û ji bo gel biparêzin anîn vir? pirsî. Di vê avahiyê de 50 kes hene û avahî dişewite. Lê polîsekî ez ji hundir derxistim. Piştre min bi derfetê xwe xwişka xwe ji vê avahiya nava agir rizgar kir."
ME NANEK LI 12 KESAN PARVE KIR
Yildirim, anî ziman ku ewil xwişka xwe bir konaxa hikûmetê û piştre bir kişlayê û wiha got: "Min ji kişlayê nake û tebaxek xwarin anî. Min ew xwarin li 12 kesan parve kir. Kurê min ê 9 salî got 'Bavo ma emê têketina vî halî'. Bi vê gotinê em tev giriyan. Piştre min ew ji kişlayê birin Lîseya Ticaretê."
Keça wî Gulay Yildirim a 57 salî anî ziman ku di nava 40 salên dawî de tenê 3 caran çû Mereşê û wiha got: "Dema êrîş pêk hat ez li hundir bûm. Li derve zêde dengê çekan dihat. Dema bavê min derket ber deri li ser wî gule reşandin. Xwediya xaniyê me hat xwe avêt mala me. Ew jî birîndar bûbû. Got 'Xaniyê me hat xerakirin û kur û bika min hat kuştin.' Bavê min wê demê ji bo derî ji derve vene, koma êzîngan li pişt derî kom kir. Bûyerek pir bi êş bû. Gelek xanî hatin xerakirin û şewitandin. Gelek mirov hatin kuştin. Îşkenceya giran li mirovan kirin. Berê ev bûyer plan kiribûn. Ez êdî naçim Mereşê. Dema ez diçim Mereşê êşên min zindî dibin û ez pir nebaş dibim. "
Bernameya bibîranina kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Komeleya Çanda Elewiyên Pir Sultan, Federasyona Komeleyên Çanda Alevî, Komeleya Çanda Erenler, Komeleya Çanda Elewiyên Pazarcikê û Komeleya Çanda Elewiyên Narli di 22'ê Kanûnê de saet di 11.00'an de dê Cemxaneya Taxa Yoruk Selîmê kom bibin û lokme belav bikin. Dê cemê pêk bînin.