DERSÎM - Li Dersimê gelek xwendekar di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li navenda Dersimê bi ser gelek mal û yurdên xwendekaran de girt. Polîsan di serdegirtina mal û Yurda Xwendekarên xort ên Munzur, Ehlibeyt, Yurda xwendekarên keç a Kredi Yurtlar Kurumu (KHK) de gelek xwendekar binçav kirin. Polisan de serdegirtina mal û yurdan de xwendekarên bi navê S.P., C.F., B.D., Ş.B., M.E. û B.A. jî hene gelek kes binçavkirin.
Der barê sedema binçavkirina xwendekaran de tu agahî nehat bi dest xistin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tuncelî.