22 sal in awaza Eyşe Şana bê tac û bê text zindî olan dide

  • rojane
  • 12:32 18 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda nemir Eyşe Şan ku 22 sal berê îro koç kir, deng û awazê wê di nava civakê de belav bû û hêj di dilê her dekî de awazên wê zîndî ye. 
 
Hunermenda kurd a bi sewt û awazên xwe di dilê her kesî de cih girt Eyşe Şan, di cotmeya sala 1938’an de li Amedê ji dayik bû. Di zarokatiya wê de dengbêjî bala wê kişand. Meraqeke wê ya mezin ji dengbêjiyê re hebû. Eyşe Şanê, Osman bi xwe jî dengbêjekî navdar bû. Li dîwana bavê wê her tim dengbêjan stran hatin gotin. Eyşe Şan jî her tim guhdarî denbêjan kirine û ev yek dibe sedem ku ji dengbêjiyê gelekî hez bike û bû evîndara dengbêjiyê.
Eyşe Şan, bi gotina “Erê, ez her tim bi hesret dibêjim, xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbekirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî
dikir ku yekî gazî min bikira, ez ê veciniqiyam.”
 
Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş  li berxwe daye Eyşe Şan e. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê zirev û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina pîr û kalan di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin. Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala 1938‘an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
 
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û namiçiqe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê çêkiriye. Çimki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bı hezaran sale ku hê ji dı nava Kurdan de dıdome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebiyata şifahî (devki) ya Kurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayıka Eyşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bı lorikên ku jı wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
 
'EZ HER TIM BI HESRET DIBÊJIM' 
 
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê min bı zıman bûna ku ji were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
 
Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike. Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û li her derê dı nava kom û civatên xwebıxwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafırine. Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şerîeta Îslamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bı dengê xwe jı civata xwe re xizmetekê bide meşandin.
 
Bûyerek tal di jiyna Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi zimanê kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bı dengê xwe yê xweş dikari bıbe xwediyê hertışti û pir dewlemend bıbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınê, mafê wê nedıdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê jı ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Ji aliyekê dın ew bi vê heqiqetê ji hesilyabû ku sistema cumûreyta Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.
 
STRANÊN EYŞE ŞANÊ
 
Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe:
 
* Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bı sedan sale sing bi sing ji aliyê dengbêjên Kurd ve hatine gotin û parastin û samanek netewi û diroki tên hesibandin. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê (1), Lê lê Bêmal (2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din.
 
* Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An jî mirov dıkare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jıyana Eyşe Şanê ne.
 
Ji wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku li ser paşverotiya adet û orfên civaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkırına şexsiyeta jinên Kurd hatiye gotin, bala mirovan pir dıkişine ser xwe. Herwıha strana (Qederê Yar) ku li ser jiyan û bextreşiyên xwe yên di cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.
 
Eyse Sanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.
 
* Piştî sala 1990’an ku agirê şoreş û serhildanên netewi li herêmê berfirawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya ji bo Kurdıstanê ku bi salan ji aliyê dewletê ve hatibû serkutkirin, ji nûve geş û gor bûn. Ji bona wê ji Eyşe Şanê bi dengê xwe yê hertın xweş bûyerên siyasi ji ku di civata wê de diqewmin anîn ziman. Stranên siyasî ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwendine bi pıranî behsa wêrankirina gund û bajarên Kurdıstanê û qetılamên ku li Kurdıstanê pêkanine dike û bi vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya ji doza welatê xwe re dide diyarkirin.
 
Stranên Werın werin Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir lı ser bûyerên Kurdıstanê hatine strin.
 
Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê dı wan salên reş de ku sıyaseta asimilasyona Tırkan her dera Kurdıstanê gırtıbû bın bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek jı bo tenahiya dılbırindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.
 
Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.
 
Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nıfşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin.
 
Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nıfşparêz û inkarkar nebe û bı rasti ji xanıma Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand.
 
Eyşana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztır bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.
 
Sala 1979’an Eyşe Şan ku bı salan bı hesreta ditına başûrê Kurdıstanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bı germi jı aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdıstanê hat pêşwazi kırın. Lı Bexda, Dıhuk, Kerkûk û Hewlêrê bı hunermendên mina M. Arıfê Cıziri, İsa Berwari, Gulbıhar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên dın re derket ser sehnê û bı hevre konsert pêşkêşi gel kırın. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mızori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.
 
Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de.
 
Ji sala 1979’an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Be’isiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dılsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:
 
Werin werin Pêşmergene
Derd giranin bêçarane
Ew xerib Kurmancê mene…ax
Ev Dihoke, ev Musile
Zalim Seddam li me hu kir
Zar û zêçê me belakir
Ew qatil fermanê rakir …ax
 
Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.
 
Eyşe Şanê gelek stran tomar kırıne ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye.
 
stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.
 
Eyşe Şanê dı jıyana xwe de jı ber paşverotiya cıvaki û zordariya dagırkerên Kurdıstanê qet xweşi neditin û hertım jı bo bêşansi û êşa gırana jıyana xwe stran dıxwindın. Dema Heciye Xanıma dayıka Eyşe Şanê li Diyarbekirê dımıre, ew jı tırsa bıra û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nıkare dayıka xwe bıbine û vi derdê xwe wıha tine zıman:
Dayıkê qorban ava çemê Dıyarbekır iro dıherıke leme leme e e e
 
Daykê qorban pêl lı pêlê dıxe davê ser keleme
 
Wele iro dayıka mın nexweşe waya mın tunine
 
Hêsırê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê dıherıke, nasekıne
 
Heywax dayê xeribım dayê, hey wax dayê neminım dayê, Heywax dayê bêkesım dayê, bê te kesê mın nemaye lı vê dunyayê dayê ez bımırım dayê…
 
Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.
 
Ew hertım bı tenê bû û dı nava xembari û xemginıyek bêdawi de jı nava me koçkır. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.
 
Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û…
Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênımune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.
 
Eyşe Şan xanımek rewşenbir û welatperwer bû û baş bı derdê bındestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Jı bona wê ji hertim wıha digot:
 
‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’
Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hınek hunermendên bêhelwest jı bona pere û malê dınyayê huner û kesayetıya xwe ya netewi bıfıroştana, bêgoman ewê dı rewşek baştır de bıjiya.
 
Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.
 
Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bı nexweşiya kanser(şirpenc)ê li nexweşxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.
 
Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên dın jı nıfşê pişti xwe re bû xwindıngehek dewlemend û dı roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kılamên wê dıxwinın
 
Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike.
 
Xizmet û keda Eyşe Şanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18’ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn.
1. Ev stran Eyşe Şan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye.
 
2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyşe Şan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye.
 
Çend stranên Eyşe Şanê
Qederê
Were yar… Qederê yar
 
Qederê #er bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar
 
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
 
Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq
 
Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar
 
Yar yar yar qederê yar
 
Lê qederê… te gostê min helandî
 
Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar
 
Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar
 
Tu ji min re bûyî bazar
 
Te ez kirime tucarekî bilmez
 
Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar …
 
Lê qederê maliksewitiyê
 
Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar
 
Tuyê li dawiyê bûye gurekî
 
Siba tu bircîye har yar yar yar
 
Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî
 
Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar
 
Yar yar yar qederê yar, yar yar…
 
Lê qederê …malik sewitiyê
 
Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim
 
axakî xwe yê rûsar
 
Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar…
 
lê qederê…
 
Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar…
 
Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî
 
Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze
 
Bi heft salan û dilîze bi qumar
 
Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim
 
Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar
 
Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge
 
Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar…
 
Lê qederê… maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî
 
Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê
 
Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar…
 
Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê
 
Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar
 
qederê yar …
 
Derdê Hewiyê
Wele te nagirim, bîlle te nastînim
 
Wele te nagirim lo bîlle te nastînim
 
Derdê hewiyê welle nakisînim
 
Dayê ez nagirim bavo nastînim
 
Derdê hewiyê welle nakişînim
 
Jinê wî diduye çavê wî birçîye
 
Li malê pevçûye wele nastînim
 
Dayê nastînim lo, bavo nastînm
 
Welle te nastînim, bîlle te nastînim
 
Derdê hewiyê welle nakisînim
 
Jinê wî care bi dost û yare
 
Wele nastînim, bîle nastînim
 
Derdê hewiyê nakisînim
 
Wele te nastînim, bîlle nastînim
 

Sernavên din

23/12/2018
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke
11:49 Li Heskîfê mizgefta 630 salî ji cihê wê hat rakirin
11:41 Nivîskar Îhsan Elîaçik hat berdan
11:15 Bavê Ethem Serisuluk jiyana xwe ji dest da
11:09 Çevîk ê di 10’ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin hat girtin
11:01 Li girtîgehan komên nû dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
10:40 Piştî biryara Sûriyeyê Wezîrê Parastina DYA îstîfa kir
10:28 Hevserokên HDP, DBP û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
10:28 Li Elkê 643 milyon TL dij qanûn berhev kirin û bi ‘terorê’ parastina xwe kirin
09:07 Piştî qeyûm hat, her yek herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînê re derbas bûn
09:06 ‘Polîsan qirika wî jê kir, dozger jî henekê xwe pê kir'
09:05 Erdogmûş: Divê hikûmet li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze
09:04 Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye
09:03 Behsa 35 salên xwe yên li nav çar dîwaran kir
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
20/12/2018
19:42 Îhsan Elîaçik hat binçavkirin
17:10 Bi deh hezaran meşiyan baregehê: Hêza me ya em xwe biparêz in heye
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 774’an hat redkirin
16:55 Li Marmarayê 199 girtî ketin greva birçîbûnê
16:43 35 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:01 Bi strana ‘Leyla’ bal kişandin ser çalakiya Guven
15:48 Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin
15:26 Di doza Komkujiya Beybahçeyê de mutala hat xwendin
15:23 Prof. Şengul: Ji bo em şaredariyan daîmî bikin divê em têbikoşin
14:56 Parêzvanên mafên mirova xwestin Waliyê Êlihê danezanê bixwîne
14:41 Ji bo penaberê bê dersînorkirin serî li AYM’ê hat dayîn
14:31 Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar bûn
14:20 Di Nobeta Edaletê de banga hiqûq û pêkanîna qanûnan kirin
14:10 Doza Hatîp Dîcle û rojnamegeran hat dîtin
13:50 Buroya Krîmînal a Neteweyî dê cînayeta Kurkut tespît bike
12:59 Ber bi baregeha koalîsyonê ve meş tê lidardixstin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:49 3 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:42 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
11:34 Li ser sînor çalakiya mertalên zindî: Em ê axa xwe biparêz in
11:22 35 çalakgerên greva birçîbûnê 8 roj şûnde derxistin edliyê
10:45 Yigît: Gef û vekişîna leşkeran hevkariya stratejîk e
10:44 3 girtiyên di greva birçîbûnê de avêtin hucreyan
10:43 Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bo 'Vekişînê' çi dibêje'
10:35 Yilmaz: Polîtîkayên nakok ên DYA yên li Sûriyeyê didomin
10:14 Parêzer Çelîk: Ne çalakger dozger sûc dikin
10:06 HDP'ê pişaftina li dijî Kurdan li meclisê niqaş kir
09:54 Aldar Xelîl: Me tu demê xwe bi hêzên derve re girê nedaye
09:23 Farisogûllari: Daxwaza hevpar a gelê kurd bi dawîbûna tecrîdê ye
09:22 'Li Girtîgeha Antalyayê mafên girtiyan tê binpêkirin'
09:22 Ji 300 rojnamevanî tenê 15 jê serî li DMME'yê dane
09:20 Jinên li dijî JES'ê têdikoşin: Qethiyen em ê nehêlin bîr bên kolandin
09:19 Beraat kir, lê belê dîsa jî biryara 'dersînorkirin' wî hat dayîn
09:18 Ji bo zarokan kampanyaya 'Pirtûkek, Jiyanek'
09:17 ‘Qeyûm çi be, rektorê Zanîngeha Mêrsînê jî ew e'
09:17 'Ji bo tije bibe berê nexweşan didin Nexweşxaneya Bajêr'
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2018'AN
08:33 Li Kadikoyê xaniyek şewitî: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
19/12/2018
18:16 Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat montekirin