ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê, der barê bi hezaran polîs û leşkerên ji bo di hilbijartina herêmî de deng bi kar bînin û qeyda wan li navenda bajêr û Bêşebabê hatine çêkirin de got: "4-5 hezar qeydên din jî hene."
Tê îdiakirin ji bo di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de dengê xwe li navenda Şirnex û Bêşebabê bi kar bînin qeyda nêzî 3 hezar leşker û polîsî hatiye çêkirin. Her wiha tê diyarkirin heman rewş li navçeya silopiya û Cizîrê jî didome.
‘ME TEYÎT KIR'
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, der barê mijarê de got wan ev yek ji çavkaniyên bawerî bi wan tê teyît kiriye. Kaçmaz, anî ziman ku tê gotin wê 4-5 hezar qeydên din jî li herdu navendan bê kirin û heman rewş li hin deverên din jî rû dide.
‘JI BO KESÊN KOÇBER BÛNE VENEGERIN AVAHÎ NAYÊN TESLÎMKIRIN'
Kaçmaz, bi bîr xist di salên borî de ji ber qedexeyên derketina derve bi hezaran mirov koçî derveyî bajêr kiribû û ev kes hîn jî venegeriyane. Kaçmaz destnîşan kir ku ji bo beriya hilbijartinê kesên koçber kirine neyê, avahiyên TOKÎ'yê yên li taxên bajêr ên hatin rûxandin hatine çêkirin radestî şêniyên bajêr nayên kirin.
BANGAWAZÎ
Kaçmaz, destnîşan kir ku AKP dizane ger şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dest nexe wê dawî li îktîdara wê bê û got: "Lê belê wê gel bersiveke wekî şelmaqekê bersiva polîtîkayên qeyûman bide."
Kaçmaz bilêv kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî wê partiya wan şaredariyên li herêmê hemûyan bi dest bixe û got: "Li hemberî vê neheqî û sixtekariyê em bang li hemû şirnexiyên koçber bûne û bang li hemû xwendekaran dikin ku beriya hilbijartinê qeyda xwe ya ji bo hilbijartinê kontrol bikinû qeyda xwe bînin bajarê xwe."