ÊLIH - Di ser Komkujiya Mereşê re 40 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryarên wê nehatine dîtin û darizandin. Nivîskar Azîz Tûnç got: "Dewlet ji bo muxalefeta civakiyî bitepisîne komkujî pêk anî û ji ber vê naxwaze aşkere bibe."
Di ser Komkujiya Mereşê ya di 19'ê Kanûna 1978'an de pêk hat de 40 sal derbas bûn. Bûyer hefteyeê dewam kirin û ji ber elewîbûna xwe 111 kes hatin kuştin, zêdetirî 100 kes birîndar bûn û zêdetirî 200 mal û nêzî 70 kargeh hatin şewitandin. Şahidê wê demê nivîskar Azîz Tûnç, ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) Komkujiya Mereşê nirxand.
Tûnç, pêkanînên rû dan wekî qirkirineke mezin pênase kir û got: "Li ber çavê hemû cîhanê pêk hat, lê belê dîsa jî xuyangiyek nehat afirandin. Li Mereşê bi destê erka siyasî, ji bo muxalefeta civakiyî bê tepisandin liv û tevgerînên paqijkirina etnîk û olî dest pê kirin û bi vî awayî komkujiyek pêk hat."
AMADEKARIYÊN JI BO KOMKUJIYÊ
Tûnç, anî ziman ku ji bo axaftin û lêkolîna der barê komkujiyê de divê mirov tenê li wê hefteya komkujî pêk hat nenêre û got: "Dewlet wekî pêkanîneke polîtîk a sîstematîk, di warê komkujiyan de xwedî ceribînê ye û amade ye. Ji bo biryardayîna ji bo komkujiyê amadekarî hatine kirin."
BERIYA MEREŞÊ KOMKUJIYA LI MELETIYÊ
Tûnç, destnîşan kir ku ji bo qirêjkirina hewaya herêmê li hemberî elewiyên kurd di 1967'an de li Elbîstan, 1971'ê li Kirikhanê û paşê li Meletî û di 1976'an de li Pazarcixê êrîş pêk hatin. Tûnç got: "Beriya Komkujiya Mereşê li Meletiyê komkujiyek pêk hat. Wexta komkujî li Meletiyê pêk hat kujerên paramîlîter ên faşîst li Taxa Yorukselîmê qehweya elewiyan gulebaran kirin û li wir Gijik Dedeyê (Sabrî Ozkan) elewiyan hat qetilkirin. Paşê nameyek ji serokê Pazarcixê re hat şandin û rageşî zêde bû. Paşê di 19'ê Kanûmê de sotemeniyek avêtin Sînemaya Çîçekê. Bi vê re starta Komkujiya Mereşê hat dayîn. Rojek şûnde qehwexaneya elewiyên kurd diçûnê hat bombekirin. Di 21'ê Kanûnê de jî wexta du mamosteyên şoreşger ji dibistanê diçûn malê ji paş ve hatin gulebarankirin û hatin kuştin. Rojek şûnde jî roja Înê di merasîme cenazeyên herdu mamosteyên şoreşger de komkujî bi awayekî girseyî dest pê kir."
'JI ABDULLAH ÇATLI HETA YAZICIOGLÛ'
Tûnç, der barê kesên di nav komkujiyê de cih girtin jî agahî dan û da zanîn ku kesên di nav komkujiyê de cih digirtin di bin banê "MHP/UGD (Komeleya Ciwanên Ulkucî)" de dihatin cem hev. Tûnç got: "Ev kujerên destbixwîn ên di bin banê saziyên paramîlîter de li hev kom dibûn, bi awayekî fiîlî pêşengtiya komkujiyê dikirin. Ji Abdullah Çatli heta Halûk Kirci, ji Ferhat Tuzsuz heta Muhsîn Yazicioglû gelek kes di vê lîsteyê de cih digirtin. Di Komkujiya Mereşê de di dest de çekên lûledirêj û bi rûpoş ji kujeran re pêşengtî dikirin."
TEVKARIYA MÎT Û CIA'YÊ
Her wiha Tûnç, diyar kir ku divê paşperdeya komkujiyê jî esas bê girtin. Tûnç bi bîr xist ku bi komkujiyê re rê li ber Darbeya Leşkerî ya 1980'yî hat vekirinç Tûnç got: "Bi awayekî konjukturî Komkujiya Mereşê ji bo rê li ber darbeya 1980'yî bê vekirin û ji bo pratîkbûyîna polîtîkayên paqijkirina etnîk û olî hatiye kirin. Wexta mirov van herdu rastiyan esas negire, wê nepêkan be komkujiyên bi destê dewletê hatine kirin bên fêmkirin."
Tûnç, anî ziman ku di nav amadekarên komkujiyê de rasyedarên payebilind ên dewletê û CIA jî hebûne û got: "Aşkere ye ku rêvebirê payebilind ê MÎT'ê Şahap Homrîş, rêvebirê herêmê yê MÎT'ê Nazîf Abanozoglû, Şaredarê Mereşê Ahmet Ûncû, Parlementerê MHP'ê yê Mereşê Mehmet Yûsûf Ozbaş û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Sedat Cîlasûn, kontrgerîlayê berê yê teqawidbûyî Faîk Turun, efser Mehmet Alî Çevîker, rayedarê CIA'yê Aleksandr Peck û gelek rêvebirên payebilind ên dewletê di nav amadekariyên ji bo komkujiyê de cih girtine. Piraniya van agahiyan ji arşîva serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît derketin û di rapora rayedarekî MÎT'ê ya jê re şandiye de bi awayekî aşkere hatiye nivîsandin. Lê Ecevît ne wê çaxê û ne jî paşê ev yek aşkere nekir û bi vî awayî kujerên komkujiyê parast."
‘NEHATIN DARIZANDIN'
Tûnç, diyar kir ku der barê komkujiyê de hin kujer hatin darizandin, lê belê cezayê li wan hat birîn jî pir kêm bûye. Tûnç, destnîşan kir ku lê belê kesên bi her awayî amadekariyên Komkujiya Mereşê kirine gelek jê nehatine darizandin û bi rihetî vê xakê qirêjî dikin.
'DEWLET NAXWAZA AŞKERE BIKE'
Tûnç, destnîşan kir ku ji bo Mereşê xebatên belgeyî baş nehatine kirin û got: "Ji bo komkujî bê dîtin û hesab bê dayîn divê xebatên bi vî rengî zêde çêbibin û bên kirin. Helbet eleqedariya ji bo mijarê, lêkolînkirina Komkujiya Mereşê û vegotina wê dibe sedema rûbirûbûna kerb û xişma dewletê. Ev yek eleqedarbûyîna bi mijarê re asteng dike. Çimkî wexta min pirtûka xwe Qirkirina Mereşê ya der barê Komkujiya Mereşê de weşand, piştî demekê ji ber fealiyetên xwe yên siyasî hatim girtin û wexta min pirtûka xwe ya 'Tu Min Bikuje' weşand dîsa hatim darizandin. Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin."
MA/ Metin Yoksu