Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'

  • rojane
  • 09:18 18 Kanûn 2018
  • |
img

DÊRIK – Piştî Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyan gef li Bakurê Sûriye xwar û got "Em de di demek nêzîk de derbasî Rojhilatê Firatê bibin" Pêşmergeyên Roj derbasî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriye bûn. Hat îdeakirin ku di civîna rayedarên DYA, Tirkiye, PDK, ENKS û fermandariya Pêşmergeyên Roj de, rayedarên Tirkiyê gotine “Vaye em PYD-YPG’ê tehdît dikin, em ê cih bi cih êrîş bikin, vaye ji we re firsend, hûn jî bikevin Rojava.” 

Piştî Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li ser hev gefên “Em dê bikevin rojhilatê çemê Firatê”, “Wê êrîşên me berdewam bikin” li kurdên Bakurê Sûriye xwar, Pêşmergeyên Roj ketin Bakurê Sûriye. Pêşmergeyên Roj ku ji aliyê PDK’ê û Tirkiyê ve hatiye avakirin sînor derbas kirin û ketin tevgerê. Hat îdeakirin ku şandeyek ji rayedarên DYA, Tirkiye, PDK, ENKS û fermandariya Pêşmergeyên Roj pêk dihat, li baregeha leşkerî ya Başîka ser Misûlê ye, civînek hatiye lidarxistin. Civîna ku di 11’ê kanûnê (11.12.2018) de pêk hatî de, careke din derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava ketiye rojevê. 
 
‘EM ZEMÎNÊ AMADE DIKIN'
 
Li gor agahiyan, di civînê de ji endamên şandeya Tirkiyê ku li ser navê MÎT’ê tevlî bûyî ya bi navê “Ruzgar” tê gotin, ji endamên Pêşmergeyên Roj re gotiye ku “Dê hade ew perwerdehiya ku me li Başîka daye we niha tam dema wê bixin nav tevgerînê. Em zemîna ji bo hûn bikevin Rojava amade dikin. Hin carinan biceribînin. Jixwe dê Amerîka dengê xwe neke, firsend ev firsend e, vaye ji we re firsend bikevin Rojaıva.” 
Hat diyarkirin ku piştî civînê hejmarek zêde ji Pêşmergeyên Roj di bin qontrola pêşmergeyên PDK’ê hatine ser sînorê Dêrikê ya girêdayê Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê. 
 
Duh jî hewildane bi seyarên zirxî û hin endaman di ser sînorê noqteya Sewêdê derbasî Rojava bibin. Hat diyarkirin ku di navbêra wan û şervanên YPG’ê yên li ser sînor de nîqaş derketiye û piştî nîqaşê careke din neçar mane şûnde bizivirin. 
Hat ragihandin ku piştî civîna Tirkiye, PDK, ENKS û Pêşmergeyên Roj a li Başîkayê, şaxên ragihandinê yên girêdayê PDK’ê, careke din derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava xistin rojevê.  
 
PÊŞMERGEYÊN ROJ KÎNE? 
 
Di destpêka qrîza Suriyê de di bin siya muxalefeta Stenbolê de tev digeriyan. Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê şerê li hemberî rêjîmê gur dibe û helwest û daxwaze gelê kurd diyar bû hêzên leşkerî  YPG YPJ ji bo parastina berhemên şoreşê hate avakirin , lê di demekê de ku bû rojev ku pêşmergên Roj wê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibn  ji van xortên girêdayê mala Berzanî çek girtin û di bin navê hêzên cûda de êrîşî hêzên Rojavayî kirin. Ev grubên ku di nav de cih digirtin wihane: Yûsif El Azma, Tabûra Azadî, tabûra Selahaldîn, tabûra Komele . Di destpêkê de li Helebê û Efrînê êrîşê hêzên YPG’ê kirin. Til Hasil, Til Eran û li Efrînê gundê Qistel Cindo hemberê sivîlan komkujî  çêkirin.
 
Li kantona Kobanê jî hewil dan ku di navbera artêşa azad û YPG`ê de nakokiyan derbixin. Di heman demê de li ser cotkaran Heşîşê belav kirin da ku bikaribin hemberê YPG`ê hêzeke leşkerî derbixin lê pîlanên avakirina hêza wan a Kobanê bi bin ket.
 
Li kantona Cizîrê jî di bin navê tabûra Mîşel Temo, Neviyên Berzanî, Şêx Maşûq de xwe rêxistin kirin sîlah girtin. Li ser rêya di navbera Dirbêsiyê û Amudê de li gundê Cewheriyê rêbendeke eskerî danîn, ev rêbend yekser bi Cebhet El Nusra re têkildar bû. Di nav Cebhet El Nusra de êrîşî Serêkaniyê kirin. Di şere Serê kaniyê de gelek endamên wan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Birîndarên wan derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê hatin kirin û pişt re derbasî Hewlêrê hatin kirin. Piştî vê şikestina xwe ya eskerî li Hewlêrê komî serhev nebûn careke din Endamên ku xwe li Hewlêrê kom kiribûn perwerdeyên taybet yên weke sûqastî re derbas bûn. Ev kesên ku perwerde dîtibûn derbasî Rojava hatin kirin û di xeta Dêrikê û Qamişlo de hemberî navendên Tevgerê çalakî pêk anîn. Li Pêşiya asayîşa Tirbespiyê, li Qamişlo cem dibistana Erebîstan, li Dêrikê çalakiyên teqînê pêk anîn. Tê xwiya ku perwerdeyên têne dîtin bi fikrê  yek partî ew jî malbata Berzanî ye .  Kesên ku ev teqîn pêk anîn ji aliyê asayîşê ve hatine girtin û di îfadeyên xwe de eşkere kirin ku ji Dihokê ji aliyê PDK ê ve  hatine şandin û ev agahî li ser medya hatin weşandin.
 
Piştî ku PDK hate teşhîr kirin hêzên xwe yê eskerî hemû kişandin Başûrê Kurdistanê û di bin navê `Pêşmergeyên Rojava` de rêxistin kirin. Heya demekî tevlîbûna pêşmergeya gelekî lawaz bû hejmara wan bi tilyan dihate jimartin. PDK`ê derî li pêşiya penaberên Rojava vekir û bi hêviyeke mezin penaber pêşwazî kirin û li qampên Başûrê Kurdistanê komkirin. Qamp hatine dorpêçkirin û nehîştin ku xort derbikevin û bixebitin, malbat bê kar hiştin û demekî şûnde bi hejmarek mezin ciwan tevlî pêşmergeyên Rojava kirin. Ev xortên ku tevlî dibûn li 2 deverên cûda de têne perwerde kirin. Kesên ku bi malbata Berzanî ve girêdayî ne li Binaslawa perwerde dikirin. Kesên ku bi PDK`ê re têkiliyên xwe tûnebûn li qampa bi navê Xinis perwerdê xwe dikirin. Pêşmergeyên Roj ku di bin navê hêza xwe mezin bike bi zorê ciwanan tevlî dikirin, ciwan neçar man berê xwe bidin welatên Ewropayê û di nava xizaniyê de bijîn. Li ser vê yekê ev 2 salên dawî li herêma Başîka ya li ser Misûlê ku baregeha leşkerî ya Artêşa Tirkiye jî li wir heye, ji aliyê leşkerên tirk ve tên perwerdekirin.  
 
MA/ Erdogan Altan

Sernavên din

23/12/2018
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke
11:49 Li Heskîfê mizgefta 630 salî ji cihê wê hat rakirin
11:41 Nivîskar Îhsan Elîaçik hat berdan
11:15 Bavê Ethem Serisuluk jiyana xwe ji dest da
11:09 Çevîk ê di 10’ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin hat girtin
11:01 Li girtîgehan komên nû dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
10:40 Piştî biryara Sûriyeyê Wezîrê Parastina DYA îstîfa kir
10:28 Hevserokên HDP, DBP û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
10:28 Li Elkê 643 milyon TL dij qanûn berhev kirin û bi ‘terorê’ parastina xwe kirin
09:07 Piştî qeyûm hat, her yek herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînê re derbas bûn
09:06 ‘Polîsan qirika wî jê kir, dozger jî henekê xwe pê kir'
09:05 Erdogmûş: Divê hikûmet li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze
09:04 Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye
09:03 Behsa 35 salên xwe yên li nav çar dîwaran kir
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
20/12/2018
19:42 Îhsan Elîaçik hat binçavkirin
17:10 Bi deh hezaran meşiyan baregehê: Hêza me ya em xwe biparêz in heye
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 774’an hat redkirin
16:55 Li Marmarayê 199 girtî ketin greva birçîbûnê
16:43 35 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:01 Bi strana ‘Leyla’ bal kişandin ser çalakiya Guven
15:48 Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin
15:26 Di doza Komkujiya Beybahçeyê de mutala hat xwendin
15:23 Prof. Şengul: Ji bo em şaredariyan daîmî bikin divê em têbikoşin
14:56 Parêzvanên mafên mirova xwestin Waliyê Êlihê danezanê bixwîne
14:41 Ji bo penaberê bê dersînorkirin serî li AYM’ê hat dayîn
14:31 Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar bûn
14:20 Di Nobeta Edaletê de banga hiqûq û pêkanîna qanûnan kirin
14:10 Doza Hatîp Dîcle û rojnamegeran hat dîtin
13:50 Buroya Krîmînal a Neteweyî dê cînayeta Kurkut tespît bike
12:59 Ber bi baregeha koalîsyonê ve meş tê lidardixstin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:49 3 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:42 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
11:34 Li ser sînor çalakiya mertalên zindî: Em ê axa xwe biparêz in
11:22 35 çalakgerên greva birçîbûnê 8 roj şûnde derxistin edliyê
10:45 Yigît: Gef û vekişîna leşkeran hevkariya stratejîk e
10:44 3 girtiyên di greva birçîbûnê de avêtin hucreyan
10:43 Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bo 'Vekişînê' çi dibêje'
10:35 Yilmaz: Polîtîkayên nakok ên DYA yên li Sûriyeyê didomin
10:14 Parêzer Çelîk: Ne çalakger dozger sûc dikin
10:06 HDP'ê pişaftina li dijî Kurdan li meclisê niqaş kir
09:54 Aldar Xelîl: Me tu demê xwe bi hêzên derve re girê nedaye
09:23 Farisogûllari: Daxwaza hevpar a gelê kurd bi dawîbûna tecrîdê ye
09:22 'Li Girtîgeha Antalyayê mafên girtiyan tê binpêkirin'
09:22 Ji 300 rojnamevanî tenê 15 jê serî li DMME'yê dane
09:20 Jinên li dijî JES'ê têdikoşin: Qethiyen em ê nehêlin bîr bên kolandin
09:19 Beraat kir, lê belê dîsa jî biryara 'dersînorkirin' wî hat dayîn
09:18 Ji bo zarokan kampanyaya 'Pirtûkek, Jiyanek'
09:17 ‘Qeyûm çi be, rektorê Zanîngeha Mêrsînê jî ew e'
09:17 'Ji bo tije bibe berê nexweşan didin Nexweşxaneya Bajêr'
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2018'AN
08:33 Li Kadikoyê xaniyek şewitî: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
19/12/2018
18:16 Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat montekirin