* Derhênerê weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, diyar kir ku ji ber kaxez û pirsgirêka darayî wan hejmara rûpelên rojnameya xwe daxistiye 12 rûpelan û got: "Em ê heta demekê wisa dewam bikin, lê belê dû re em ê dîsa hejmara rûpelên rojnameyê bikin 16."
* Di ser Komkujiya Mereşê re 40 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryarên wê nehatine dîtin û darizandin. Nivîskar Azîz Tûnç got: "Dewlet ji bo muxalefeta civakiyî bitepisîne komkujî pêk anî û ji ber vê naxwaze aşkere bibe."
* Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê midûrê girtîgehê gefan li girtiyên siyasî dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Ji ber vê der barê jiyana xizmên xwe de şik û guman li malbatan peyda bûye.
* Dozgeriyê xwest 15 sal ceza li Hevseroka HDP'a Farqînê ya berê Hulya Bîçen bê birîn. Di mîtînga hatibû lidarxistin de hin alîgirên partiyê pev çûbûn û li ser vê Bîçen gazî kesên pevçûbûn kiribûn. Dozgeriyê ev yek wekî "gazîkirina ji bo dadgeha gel" nirxand û doz li Bîçenê vekir.
* Li Dîlokê yek ji hunerên destkariyê ya girîng yemenîvanî jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Hosteyê yemeniyan Adil Keskînsoy, diyar kir ku ji ber maliyet zêde bûye êdî kes xweşikî yemeniyan nakire.
* Mexdûr û şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê' Vefa Serdar, behsa pêkanînên wê demê kir û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatin destpêkirin got, wê çalakiyên greva birçîbûnê belav bibin.
* Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê, der barê bi hezaran polîs û leşkerên ji bo di hilbijartina herêmî de deng bi kar bînin û qeyda wan li navenda bajêr û Bêşebabê hatine çêkirin de got: "4-5 hezar qeydên din jî hene."
* Piştî Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyan gef li Bakurê Sûriye xwar û got "Em de di demek nêzîk de derbasî Rojhilatê Firatê bibin" Pêşmergeyên Roj derbasî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriye bûn. Hat îdeakirin ku di civîna rayedarên DYA, Tirkiye, PDK, ENKS û fermandariya Pêşmergeyên Roj de, rayedarên Tirkiyê gotine “Vaye em PYD-YPG’ê tehdît dikin, em ê cih bi cih êrîş bikin, vaye ji we re firsend, hûn jî bikevin Rojava.”
* Danişîna Doza Rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sesazî Temellî dê di çarçoveya Gerê de li Mûşê ziyaretan pêk bîne.