AMED - Ji ber qalpaxeke Bendava Dîcleyê qut bibû av bilind bibû. Piştî qalpax qut bû, dest bi tehliyekirina ava li bendavê hat kirin û xebatên ji bo vê didomin. Her wiha tê payîn wê sibê li şûna qalpaxa qut bûye qalpaxeke din bê montekirin.
Li navçeya Gêlê ya Amedê di 13'ê Kanûnê de qalpaxeke Bendava Dîcleyê qut bibû û ji ber vê ava Dîcleyê bilind bibû. Piştî bûyerê xebattên ji bo tehliyekirina avê dest pê kirin. Ji sedî 95'ê 270 milyon metrekup avê hat valakirin.
Ji bo qalbaxa qut bû ji Bendava Ilisûyê qalpaxek anîn. Qalpaxa giraniya wê nêzî 200 tonî ye bi 7 TIR'an anîn Bendava Dîcleyê. Hat diyarkirin wê qalpaxa piştî 5 roj şûnde anîn sibê bê montekirin.