ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de ji girtiyên nexweş re kart şand.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê bi boneya Hefteya Mafên Mirova ji girtiyên nexweş ên li girtîgeha Herêma Egeyê re kart şand. Aktîvîstên mafên mirovan li ber Postxaneya li navçeya Konaka Îzmîrê li hev kom bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyaniyek kurt da û destnîşan kir ku girtî ji ber şertên girtigehan nexweş dikevin û got: “Li herêma Egeyê 67 jê girtî 127 girtiyên nexweş hene. Giştî ji van girtiyan cezayê muebetê xwarin e. Lazim e em bêtir bibin dengê girtiyan. Ji bo em dengê xwe bigîhinin wan em ji wan re kartan dişînin.”
Piştî daxuyaniyê aktîvîstan ji girtiyan re kart şand.