MÛŞ - Li Gundê Çakirli ya Navçeya Korkut a Mûşê mamosteya ku wêneyê çanteyê xwendekar ê ji bataniyê çêkiribû di medya civakî de parve kir ji peywirê hat girtin. Mamoste Selvan Erek, diyar kir ku wê bi nêta baş wêne parve kiriye û got: "Ma nêta baş a mamosteyekê wisa xerab bersiv tê dayîn?"
Mamosteya polê ya Gunde Çakirli ya Korkut a Mûşê Selvan Erek wêneyê çandayê xwendekarekî yê ji bataniyê hatiye çêkirin, li ser medya civakî parve kir û li bin nivîsa "Her çend şertê jiyanê zor bin jî dê ji bêrika me ya çepê heviyên me tu carî qut nebin." nivîsand. Mamosteya bi heq Selvan Erek, ku ev wêne di medya civakî de parve kir ji peywirê hat girtin. Erek, piştî ji peywirê hat girtin agahî da Ajansa Mezopotamya (MA).
Erek, destnîşan kir ku wê bi temamî bi armanc û nêta mirovahiyê ev wêne parve kir û wiha got: "Ev parvekirin bi awayên pir şaş û ne li cih şirove kirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Van mirovên ev rewş çawa wisa berovajî kirin nizanim. Lê divê nêta baş a mamosteyekî ew qas xerab neyê nîşandan. Raste li dibistanê pir kêmasiyên me hene. Gelek kêmasiyên xwendekarên me jî hene. Li her derê Tirkiye maloste bi van rêbazan bangên alîkariyê dikin. Lê dema min ev bang kir, pir cuda şirove kirin. Ya din jî min ev li ser rûpela xwe parve kir. Ez mamosteyek bi heq kar dikim û nikarim pêdiviyên xwe û xwendekaran temîn bikin.
MIN DESTÛR JI MALBATA XWENDEKAR XWEST
Erek, da zanîn ku beriya wêne di medya civakî de parve bike destûr ji malbatê xwest û piştre wêne parve kir. Erek, da zanîn ku dema bi malbatê re parve kir wan jî gotin 'Pir baş dibe' û erê kirin û wiha got: "Ger ku destûra malbatê tune bûya min ev parve ne dikir.
Erek, da zanîn ku ji ber ev wêne parve kir Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê ew ji peywirê girt û wiha got: "Ez bi gotina 'te bi wêne navê dewletê reş kiriye' tawanbar kirim. Lê tu armanca min ya wisa tune bû. Ji vê malbatê 19 zarok hene. Ji zarokên wan 5 zarok xwendekarê min in. Ev zarok hin caran di nava zivistanê de bi cilên pîwut tên dibistanê. Min jî got belkî bi vê bangê kesên alîkarî bidin hebin û min ev wêne parve kir. Piştre di rojnameyan de tiştên li dijî hiqûqê û rastiyê bi îdîaya "tekîliya wê bi rêxistinê re heye" nivisandin. Nivîsên van rojnameyan ez pir êşandim. Berê jî gelek mamosteyan bi van rêbazan bang kirin û li ser medya civakî barve kirin. Li ser van bangan gelek alîkarî ji xwendekaran re hat şandin. Tu carî kesî nekirin pirsgirêk. Lê min ev yek belav kir, niha kirin sedema sûc. Ev tiştekî pir bi êş e."
'MIDÛR NEHEQÎ LI MIN KIRIN'
Erek, da zanîn ku piştî vê parvekirinê Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeyê neheqî li wê kirine û wiha bi dawî kir: "Midûr gelek caran ji min re got 'Bê terbiye, te navê me reş kir. Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeyê wisa nêzî mamosteyekê bû. Piştî min ev wêne parve kir Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeyê li xwendekaran çante belav kir. Piştre Kizilayê bi malbatan re hevditin kir. Gelek kesên cuda hatin gund û xwestin bi zarokan re alîkariyê bikin.
Li dibistanê du mamosteyên bi heq hene. Ji ber gund dûre kes naxwaze biçe wî gundî. Ez 3 salin li vî gundî bi heq mamostetiyê dikim. Min kedek mezin da van xwendekaran. Ez niha pir xemgînim. Dema xwendekaran bihîst ku ez ji peywirê hatim girtin ez hembêz kirim û giriyan. Gotin neçe û me tenê nehêle"
MA / Adnan Bilen