STENBOL – Li navçeya Ataşehîrê 2 kes bi îdiaya bombeya eyarkirî di dîwarê avahiya Cengîz Holdîngê de bicih kirin e hatin binçavkirin.
Hat îdiakirin ku di 12’ê kanûnê de li navçeya Uskudara Stenbolê 2 kesan bombeya eyarkirî di dîwarên avahiya Cengîz Holdîngê de bicih kirin e. Her du kes bi vê îdiayê li navçeya Ataşehîra Stenbolê şevê din di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Bîrgul M. û kesek din nav nehat zanîn piştî binçavkirinê ew birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.