AMED – Li navçeya Farqîna Amedê polîsan bi ser malan de girt û 3 kes binçav kirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û lêgerîn pêk anî. Polîsan eşyayê malan serûbin kirin û welatiyên bi navê Bîlal Erenfîk, Osman û Amed Ezer binçav kirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û her sê welatî birin Miduriyeta Polîsan a Farqînê.
Tê payîn di çarçoveya operaysonê de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.