NAVENDA N ÛÇEYAN - Şandeyek ji Maceristanê bi pêşengiya Fermandarê giştî Ferenc Korombi Wezareta Pêşmerge re li Hewlêrê hevdîtin kir û diyar kirin ku dê hejmara hêza xwe li başurê Kurdistanê derxînin 200 leşkerên pispor.
Dewletên biyanî di serî de Emerîka, Almanya, Tirkiye, Maceristan û gelek dewletên din, sal bi sal hêza xwe li Herêma Federe ya Kurdistanê zêde dikin. Piştî komên çekdar ên DAIŞ'ê ketin Şengal, Mûsil û Kerkûkê bi hinceta DAIŞ'ê li axa herêma Kurdistana Federal gelek dewletên biyanî yekîneyên xwe yên eskerî bi cih kirin û sal bi sal hêza xwe zêdetir dikin. Li rexmê şerê li dijî komên DAİŞ’ê bi dawî bû jî dîsa hêzên navneteweyî yekîneyên xwe venekişandine. Dijberî vê yekê hêjmara yekîneyên xwe zêde dikin. Herî dawî şandeyek ji Maceristanê bi pêşengiya Fermandarê giştî Ferenc Korombi Wezareta Pêşmerge re li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku ewê hejmara leşkerên xwe li başurê Kurdistanê derxînin 200 leşkerên pispor. Her wiha Fermandarê giştî yê Macerîstanê diyar kir ku, ewê di hemû aliyan de alîkariya bi Pêşmergeyan re berdewam bikin. Li gorî agahiyan, li herêma Kurdistanê di rêza yekem de Emerîka, duyem Almanya û di rêza sîyem de jî Tirkiye leşker bi cih kirine.