ŞIRNEX – Di ser kuştina Taybet Înan a 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma û tiyê wê Yusuf Înan 3 sal derbas bû. Keça Taybet Înan jî di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Taybet Înan, Halît Înan behsa wan rojan kir û got: “Guleya li destê min ket xwezî li dilê min biketa.”
Di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopîya Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di roja 5’emîn a qedexeyê de hêzên ewlekariyê gule berdan Taybet Înan a 57 salî û ew kuştin. Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li kolanê hat hiştin. Tiyê Taybet Înan, Yusuf Înan jî di heman qedexeyê de jiyana xwe ji dest da. Di ser kuştina her duyan de 3 sal derbas bûn.
TU PÊŞKETÎN DI DOSYEYÊ DE ÇÊNEBÛYE
Piştî bi rojan destûr hat dayîn du kurê wê û birayê wê cenazeyê Taybet Înan birin definkirin. Der barê kuştina Taybet Înan de lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopî ve hat destpêkirin tevî 3 sal derbas bûn jî tu pêşketin çênebû. Li gel kuştina Taybet Înan di rojeva raya giştî de cih girt jî Miduriyeta Polîsan a Silopî di nivîsa ji dozgeriyê re şand de xwe parast û gotibû piştî 6 rojan ew agahdar bûn e.
Di bedena Taybet Înan de 10 gule hatin tespîtkirin. Ji bo Taybet Înan û tiyê wê dozgeriyê bersiv da Wezareta Dadê û îdia kir ku hêzên ewlekariyê ferdên malbata Înan ne kuştine.
EWIL HEVJÎN Û BIRAYÊ XWE PIŞT RE KEÇA XWE WINDA KIR
Meh û sal derbas bûn lê edalet ji bo malbata Înan pêk nehat. Ev 3 sal kêliyek jî êşa malbatê kêm nebûye û wek roja ewil êşa wan taze ye. Piştî kuştina dayika wê û apê wê keça malbatê Hezne Înan jî di jêrzemînên li navçeya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Yê ku herî zêde vê yekê ji axîna kezebê êş kişand Hevjînê Taybet Înan, Halît Înan e.
XWEST HEVJÎNA XWE XELAS BIKE LÊ EW JÎ BIRÎNDAR BÛ
Halît Înan bi rojan sekinî ku cenazeyê hevjîna wî yê li ber çavê wî ji kolanê bê rakirin. Herî dawî ew bi hevjîna xwe re axivî. Halît Înan ben avêt ber hevjîna xwe û xwest wê xelas bike lê hêzên ewlekariyê gule berdanê û ji dest û milê xwe birîndar bû. Halît Înan her wiha dîsa bi saetan şahidiya sikrata birayê xwe kir.
'XWEZÎ GULE LI DILÊ MIN BIKETA’
Înan nikaribû beşdarî merasîma hevjîna xwe û birayê xwe bibe. Înan destnîşan kirk u heta ew sax be dê vê êşa bi wan dane kişandinê ji bîr neke û got: “Hevjîna min bi rojan li erdê ma. Birayê min Yusuf jî bi rojan cenazeyê wî nehat definkirin. Min xwest ez hevjîna xwe xelas bikim, lê gule berdan min û dest û milê min birîndar bû. Guleya li destê min xwezî li dilê min biketa.”
Înan anî ziman ku ji bo hevjîn, bira û keça wî yên hatin kuştin taziye jî danenîn û got: “Jiyanek ji bilî vê wisa xerab nabe. Ez her roj dia dikim ku kes vê êşa giran nejî. Em cîhanek ku dayik û zarokên xwe ji hev neqetin dixwazin.”