ENQERE - Wezirê Karên Hundir Süleyman Soylu, di axaftina butçeyê de diyar kir ku 72 hezar welatiyên Sûriye kirine welatiyên Tirkiye û ji vana 36 hezar welatî dê di hilbijartina 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan û deng bikar bînin.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di niqaşên butçeya 2019'an a Lijneya Giştî de pirsên wekîlan bersivand. Soylu, der barê penaberên ku bûne welatiyên Tirkiye de got: ‘Me welatî da 72 hezar welatiyên Suriyeyê. Em kê dikin welatî. Em mamoste, hekîm, endezyar, parêzer û rêveberên asta jor. Niha 36 welatiyên Sûriye ku reşît bûne me kirin wehatiyên Tirkiye. 36 hezar jî zarok in. Bi giştî 72 hezar kesin. Di hilbijartina borî de 28 hezar kesan deng bikar anîn. Di vê hilbijartinê de dê 36 hezar kes mafê wan heye deng bikar bînin. "