MÊRDÎN - Endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP’ê Îzzettîn Aslan ê ji AKP’ê ji bo bernamzetiya Şaredariya Midyadê ya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan kir, li dijî mal û milkên şaredariya Midyadê yên derxistine bazarê, ji serokê şaredariyê pirsa “Ev pere bi ku de diçin” kir.
Li Mêrdînê, AKP’ê di rojên derbasbûyî de bi usûlê îhalê 6 mal û milkên Şaredariya Mîdyadê derxistin firotin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Îzzettîn Aslan ê ji AKP’ê ji bo bernamzetiya Şaredariya Midyadê ya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan kir, biryara firotina mal û milkên şarederiyê îtîraz kir. Aslan bi hinceta “Dê îtîbara me biçûk bixe” pêşniyaznameya îtîrazê da Meclîsa Şaredariyê. Endamên meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Saadetê jî piştgrî dan îtîraza Aslan. Lê pêşniyazname ji aliyê endamên AKP’ê yên meclîsê ve hat redkirin. Piştî nîqaş û bertekan, firotina 4 mal û milkên şaredariyê hatin îptalkirin. Lê ji her du milkên şaredariyê yên bên firotin yek jê 200 hezar û yê din jî 1 mîlyon û 800 hezar TL ye.
Aslan ê AKP’î yê hîna jî difikire ku biryara firotin şaşe, di pêşniyaznameya da bû de bal dikişîne ser gelek agahiyên din. Di pêşniyzanameya di asta “li mukir hatinê” hatinê deye, tê gotin ku şaredarî 70 mîlyon TL deyndarê Saziya Sîgortaye Civakî (SGK), Belavkirina Ceyranê ya Dîcle û Sindoqa Emekdar A.Ş (DEDAŞ) e.
‘EV PERE BI KU VE DIÇE?’
Em bi Aslan re li ser pêşniyaznameya dayî hevdîtin kir û nêrîna wî girt. Aslan diyar kir ku di heman demê de 80 mîlyon TL deynê şarederiyê li Banqeya Îller heye û wiha got: “Bi giştî 150 mîlyon TL deynê şaredariyê li vê bankê heye. Serokê Şaredariya Mîdyadê Şehmûs Nasiroglu yê di sala 1999’an de hatiye ser şarederiyê û vir ve prîmên SGK’ê yên personelan nedaye. Dîsan 35 mîlyon TL deynê şaredariyê li DEDAŞ’ê ye. Bi bazenbûn ev deyn nehat dayîn.”
Aslan, destnîşan kir ku sîgorteyê diviya bû ji zûde hêcz danibûya ser şaredariyê û wiha bilêv kir: “Pêwîstbû ku ji zûde DEDAŞ ceyrana şaredariyê bibiriya. Lê ne birî. Bi salane tu heqê ceyranê nadî. Gelo çima nadî? A rastîn ev pere bi ku de diçin? Pereyê ku tu nadî gelo bi ku de diçin.”
MA / Ahmet Kanbal