ÎZMÎR - Bariş Kaya yê di 19'ê Kanûna 2000'an de li girtîgehê rastî îşkenceyê hat û hêj şopa îşkenceyê li bedana wî heye, xwest her kes ji bo dengê Leyla Guven bilind bikin çi têkeve ser milê wan bikin. Kaya, ani ziman ku di 19'ê Kanûnê de vîna girtiyan nehat dîlgirtin û niha jî nikarin vîna girtiyan dîl bigirin û têkoşîna girtiyan dê bi ser bikeve."
Di ser operasyona li girtîgehan a “Operasyona Vegera Jiyanê" ya 19'ê Kanûna 2000'an re 18 sal derbas bûn. Girtiyan wê demê li dijî pergala tîpa F, dest bi grevê rojiya mirinê kiribûn. Di roja 60'emîn de eskeran di 19-22'ê kanûnê de mudaxaleyî çalakiyê kiribûn. Di operasyonê de 2 esker û 28 girtiyan bi giştî 30 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bariş Kaşa ku wê demê li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî bû, di sala 1996'an de hatibû girtin û piştî operasyonê rastî îşkenceya giran hatibû. Kaya ku li girtîgeha Sincanê rastî îşkenceyê hat û seqet ma, di sala 2001'an de bi awayekî birîndar û astengdar derket.
'DEWLEDÊ DI 19'Ê KANÛNÊ DE MIROV BI ÎŞKENCEYÊ QETIL KIRIN'
Kaya, destnîşan kir ku wî her dem ji bo jiyanek sosyalist û sosyalîzmê têkoşîya û wiha got: “Wê demê wekî niha mirov hatin girtin û şandin girtîgehan. Mirov li girtîgehan bi îşkence û çekan hatin kuştin. Dewletê di 19'ê kanûnê de li girtîgehan mirov bi kepçe, bomba û çekan kuştin. Komkujiya li girtîgehan di tv yan de nişanî her kesî dan. Xwest hemû kesên mayî bitirsîne û bêdeng bike. Ez ewil li Girtîgeha Bûca Mam. Wê demê 4 hevalên min qetil kirin. Ez bi giranî birîndar bûm. 10 rojan di komayê de mam."
‘LI PÊŞ DOKTOR ÎŞKENCE LI MIN KIRIN'
Kaya, anî ziman ku di sala 1998'an de ligel 6 girtiyan bi lêdan û îşkenceyê ji Girtîgeha Bûcayê şandin Girtîgeha Amasya û wiha got: "Em rastî êrîşa 300 gardiyan û eskeran hatin. Eskeran bi kîlît û zincîran li serê me xist. Heta ku ez ji ser hişê xwe çûm li min xistin. Piştre ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Bûcayê. Li vir li pêş çavên doktor îşkence li min kirin. Her çend doktor xwest ez bimînim jî destûr nedan. Ez bi zorê birim Amasya. Piştre ez birim Girtîgeha Aydinê. Ez li Aydinê jî 60 rojan ketim grevê. Xwestin min bi zorê derman bikin. Lê me li ber xwe da. 3 rojan di çavdêriya bijîşk de îşkence li min kirin. Piştre ez birim Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê. Li wir esker ji bo li me îşkence bikin ketibûn dorê. Beşek laşê min ket ser kaloriferê û şewitî."
'EZ BI DESTÊ DEWLETÊ ASTENGDAR BÛM'
Kaya, da zanîn ku 180 rojan di greva birçîbûnê ya mirinê de ma û wiha got: "Ez herî dawî xwîn verişiyam. Eskeran bi zorê xwest mudaxaleyî min bikin. Di roja 181'an de eskeran bi ser girtîgehan de girt û ez xistim nava çarçefê û li pey xwe kişandim. Bêyî Vîtamina B1 xwestin serûmê bidin min. Min li ber xwe da. Lê wan damara min derxist û bi zorê bi zorê mudaxele kirin. Hiştre hişê min ji serê min çû. Piştre piştî hişê min çû ez berdam. Min 5 salan li derve tedawî dît. Ji sedî 64 ez astengdar im û rapora min heye. Ez bi destê dewletê astengdar bûm.
'ÇALAKIYA GUVEN PIR GIRÎNG E'
Kaya, destnîşan kir ku piştî 19'ê Kanûnê heta niha dem bi dem zext zêde dibin û wiha got: "Niha Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 40 rojin di grevê de ye. Çalakiya wê û berxwedana wê pir giring e. Tenê çekek girtiyan heye. Ew jî bedena wan e. Divê her kes guh bide daxwazên çalakiya Leyla Guven û li çalakiya Guven xwedî derkevin. Divê her kes dengê Leyla Güven û daxwazên wê belav bike û bilind bike. Çawa ku di 19'ê kanûnê de faşizmê nekarîbû vîna girtiyan dîl bigire. Dê niha jî nikaribe vîna girtiyan dîl bigirin. We wê demê çi parast em dê dîsa heman tiştî biparêzin. Hevî her dem aliyê berxwedanêye. Berxwedan wê demê hebû dê niha jî berdewam bike."
MA / Ruken Demir