NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran gelê Dêrikê û Girê Spî êrîşa balafirên şer ên TSK'ê yên Tirkiye ku li dijî Mexmûr û Şengalê bombe barandin û sivîl kuştin şermezar kirin.
Bi deh hezaran welatiyên Derikê li dijî êrîşên hewayî yên TSK'ê ku li ser kampa Mexmûr û Şengalê pêk anîn û welatiyên sivîl kuştin şermezar kir. Bi deh hezaran welatiyên Derik û navçeyên Derikê kom bûn û li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan. Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, herêmên Koçerat û Beravê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Meclisa Eşîran û Partiyên Siyasî li Qada Azadî kom bûn û beşdarî meşê bûn. Meş ji Qada Azadî dest pê kir, ber bi Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ve meşiyan. Şêniyan alên kurdî, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan vekirin. Dîsa pankartên li ser nivîsa “Na ji Osmaniyên nû re” û “Bijî biratiya gelan li Sûriyê” hildan. Di meşê de hevserokê meclisa herêma Dêrikê Mihemed Ebdilrehîm axivî û wiha got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya me xurt e, em xwedî projeya demokratîk in ku xizmeta gel û pêkhateyên bakur û rojhialtê Sûriyê dike. Em ê parastina projeya xwe bikin.” Ebdilrehîm diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."
Li ser navê partiyên siyasî li Dêrikê Xebat Mihemed axivî û destnîşan kir ku armanca kombûna wan ew e ku dengê xwe bigihînin raya giştî û wiha got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma herî ewle ye û biratiya gelan tê de heye. Hikumeta AKP`ê armanc dike ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.”
Mihemed, da zanîn ku armanca AKP`ê ne tenê partiyên siyasî ne, ew hemû gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedefa xwe. Mihemed, bilêv kir ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriya aloziya Sûriyê ye, ev yek jî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê nake, ji ber vê yekê êrîş û gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Meş bi dirûşmeyên silavkirina biratiya gelan û berxwedana QSD`ê bi dawî bû.
LI GIRÊ SPÎ GEL LI DIJÎ ÊRÎŞAN ÇALAKÎ PEK ANÎN
Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî bi heman armancê çalakiyek li dar xist. Şêniyên kantona Girê Spî bi heman armancê 2 konên çalakiyê li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê vedan. Konê çalakiyê yê bajarê Girê Spî li taxa El-Munbetih a rojavayê bajêr hate vedan. Bi sedan şênyên bajêr ji hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pêkhateya Ereb Elî El-Hemdî, bi navê pêkhateya Tirkmen Xelîl Abdulkerîm, bi navê pêkhateya Ermen Lûsiyan Matosiyan û bi navê pêkhateya Kurd Cûliya Kurdo axaftin kirin.
Di çalakiyê de Hevseroka Meclisa Navçeyê Şadiya Hec Elî û rêveberê PYD`ê Silêman Hesen axivîn. Rêveberan tu carî derfet nadin dagirkeran ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, dagir bikin û ew ê heta dawiyê li dijî êrîşên li ser herêmê li ber xwe bidin û bisekinin.