AMED – Hevserokê Giştî yê KEKS'ê Mehmet Bozgeyîk, di mîtînga KESK'ê ya Amedê de axivî û diyar kir ku sedema krîza aborî ya li Tirkiye polîtîkayên şer ên li herêmê û Sûriye ye. Bozgeyîk xwest hikûmet dest ji van polîtîkayan berde.
Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîng li dar xistin. Li qada mîtîngê pankartên “Zimanê zikmakî azadiya me ye" “Bijî têkoşîna ked û demokrasiyê", “Li dijî xizanî, betalî û nelirêtiyê em bi hevre têbikoşin", “Jin jiyan azadî”, “KHK dê biçin emê vegerin" û “Keda mirov nayê cudakirin" vekirin. Bi hezaran kesên tev li mîtîngê bûn bê navber dirûşmeyên “Li dijî Faşizmê mil bidin hev" û “AKP dê hesab bide gel." berz kirin. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik dema derket ser dikê bi hezeran bi yek dengi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” berz kir. Bozgeyîk, di mîtînga KESK'ê ya Amedê de axivî û polîtîkayên AKP'ê rexne kirin. Bozgeyîk xwest hikûmet dest ji van polîtîkayan berde û guh bide daxwazên gel. Îro li welatême sedema kirîzê ya herî mezin polîtîkayên dewlet û îktîdarê yên der barê şerê li Rojhilata Navîn Sûriye û herêmê de ye. Em vê yekê ji niqaşên butçeyê jî dibînin. Em dibînin ku yên vî welatî bi rêve dibin dest ji van polîtîkayên şer bernadin. Em li dijî van polîtîkayên şer, bi hevre ji bo parastima demokrasî û aştiyê îro li qadan in."
Bozgeyik, destnîşan kir ku hikûmet di hilbijartina reveberiyaherêmî de dijmine derve û hundir ava dike û polîtîkaşên şer sor dike û wiha got: "Bi êrîş û tundiya li dijî hêzên demokratik, sendîka, siyasetmedar, rojnameger û derdorên muxalif, hewl dide polîtikayên şer berdewam bike. Ji bo kirîza xwe mafdar derxe zextan li hêzên muxalif dike. Lê em serî natewînin. Îro li Tirkiye dixwazin Kurdan û elewiyan wekî şeştan nîşan bide. Dixwazin tevan tecrîd bikin. Hekîmên gotin "Şer pirsgirêka tenduristiya gel e" rasti polîtikayên faşizan hatin. Heta niha me li dijî van polîtîkayan serî netewand û ji niha û şûnde jî em serî natewînin. Em carek din diyar dikin ku em dê dengê xwe li dijî fajîzmê û şer bilind bikin."
‘EM ÊDÎ BEDELA KRÎZA SİYASÎ NADIN
Bozgeyîk, herî dawî destnîşan kir ku ew êdî bedela krîza siyasî nadin û wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoya kirîzê de yên welat bi rêve dibe dibêjin 'Krîz tune ye" Lê em krîzê ji kûr ve hîs dikin. Ev krîz encama polîtîkayên modernîteya kapitalist e. Îro pirsgirêka bingehîn lêpirsîn nakin ku berpirsiyarê kirîzê kî ye û divê kî bedela vê kirîze bidin. Yên krîz ava kirine û welat bi rêve dibin hewl didin ku fatûreya krîzê li ser pişta kedkar û kareran bidin. Lê em vê fatûrê nadin. Em dibêjin ne ji bo şer, ji bo aştî, perwerde û tenduristiyê butçeyê razînin. Divê pirsgirêka kurd bi riya muzakere û aştiya demokratîk bê çareserkirin. Divê demek berî demekê gavên demokratîk bên avêtin. Divê bi lez gavên aştiyê bên avêtin û êdî tu dayik hêsiran nebarînin. Divê ne ji bo şer ji bo ked, kedkar, gel û aştiyê butçe bê veqetandin."
Mîtîng bi starên Hunermenda NÇM'ê Rojda bi dawî bû.