HATAY - Endam û rêveberên HDP'ê li Îskenderunê bi gel re hatin cem hev. Endamê HDP'ê Abdulselam Demîrkiran, anî ziman ku ew wekî partiyê bi feraseta şaredariya gel xwe ji bo hilbijartinê amade dikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê, li Navçeya Îskenderunê bi gel re hat cem hev. Endamê Meclîsa HDP'ê Abdulselam Demirkiran, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan 39 rojin di grevê de ye. Em li çalakiya wê xwedî derdikevin. Armanca wê armanca me ye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe têkoşîna me dê bidome. Em dixwazin nûnertiya xwe di Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê de bi cih bikin u vîna gel temsîl bikin.