SÊRT – Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê ji eskerên ku derketibûn operasyonê jê 10 esker birîndar bûn.
Eskeran li herêma Gundê Ormanli yê Navçeya Şîrwanê ya Sêrtê operasyon dan destpêkirin. Hat diyar kirin ku ji eskerên ku derketin operasyonê jê 10 esker ji zinar ketin xwar û birîndar bûn. Eskerên ku derketin operasyonê û birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. endamên Yekîneya Rizgarkirina Medikal a Neteweyî (UMKE) eskerên birîndar ji herêmê hilgirtin û birin nexweşxaneya dewletê. Hat zanîn ku 9 esker tabûrcî kirin û dermankirina yekî jî didome.