EFRÎN - Li Efrînê teqînek mezin pêk hat. Tê gotin kuştî û birîndarên komên çekdar hene.
Li sûka El-Hal a Navenda bajarê Efrînê teqînek mezin pêk hat. Piştî teqînê hat diyar kirin ku kuştî û birîndarên komên çekdar hene. Çavkaniyekî herêmî ji Efrînê ragihand ku, tê texmînkirin ku teqîn bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hatiye. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku tê zanîn kuştî û birîndarên komên TSK'ê hene. Sûk El-Hal li nêzî çerxereya Kawa ye.