ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ragihandin ku bi hinceta "ewlehiyê" pirtûkên kurdî nadin wan.
Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê raporek amade kirin. Her wiha girtiyan 33 nameyên naveroka wan heman tişt e ji Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şandin û di binî her nameyê de îmzeya 3 girtiyan heye.
Binpêkirinên di nameyan de hatine rêzkirin wiha ne:
*"Li Girtîgehê pirtûkên helbest, roman û çîrok ên bi kurdş nadin. Ji bo pirtûkên kurdî 'pereyê wergêr' ji me dixwazin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta 'ewlehiya hundur' pirtûkên kurdî nade. Bi vî awayî li hemeberî krudî çewisandineke taybet heye.
* Ji bo kirîna pirtûka kotaya 'ewlehiya hundur' heye. Her wiha nahêlin em sûdê ji atlasên dîrokî, siyasî, atlasên fizîkî û hwd. bigirin. Ji bo ferheng, pirtûkên dîrokî û pirtûkên muzîkê jî kota hatiye danîn.
* Derketina me ya hewadariyê dereng tê kirin. Em tavê nabînin. Fealiyetên me yên sporê qedexe ne. Her wiha mafên me yên ji bo kurs û hobiyan hatine qedexekirin. Ji ber em nikarin tev bigerin hin nerihetî li hevalên me peyda bûne.
* Nêzî 50 hevalên me di hucreyên yekkesî de dimînin. Piraniya van hevalên me extiyar û nexweş in. Hin jê ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine wan dixin hucreyan. Saleke hevalên me bi awayekî kêfî di hucreyan de tên ragirtin. Tevî îşkenceya derûnî, muameleya nebaş û derbkirin jî heye.
* Di çûnhatina cem serdêrana de nîzama leşekerî û tekmîl tê ferzkirin. Li cem malbatan heqaretê li me dikin. Girtiyên enxweş ên rewşa wan giran hene, lê dîsa jî sewq bi derengî tên xistin û muayeneya bi kelemçe tê ferzkirin. Nameyên me yên bi kurdî ên em dişînin an jî ên ji me re tên tên desteserkirin. Her wiha nameyên bi tirkî jî bi mehan tên sekinandin. Gotar ên wêjeyî, derûnî yên em dinivîsînin û nivîsên me tên desteserkirin. Di lênûskên me de unsûrên sûcî tune ne, lê dîsa jî tên desetserkirin û nadin me.
* Li girtîgehê 'Tîma A' heye û ev tîm ji gardiyanan pêk tê. Ev kes heqaretê li me dikin û gelek caran hevalên me derb kirine. Hin liv û tevgerên ku jiyana me dixin xetereyê hene. Di dema lêgerînan, revîr, nexweşxane, telefon, serdan, parêzer, spor û qadên din de heqaret li me tên kirin. Em nizanin wê çi bê serê me. Em bi helwestên bêhiqûqî re rû bi rû dimînin."
ÎHD'ê der barê vê yekê de serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê da.