DERSIM –Yek ji herêmên zivistana wê dijwar jî Dêrsim e. Ev rewş herî zêde jî bandorê li sewalvanan dike. Gundiyên sewalvaniyê dikin, bilêv kirin ku her çend li herêma wan jiyan zor û zehmet be jî, lê bi qasî vê zehmetiyê xweşiya wê jî heye.
Bi hatina zivistanê re dinya sar bû. Yek ji herêmên zivistana wê dijwar jî Dersim e. Hefteyeke li navçe û gundên Dersimê berf dest pê kiriye. Ev rewş herî zêde bandorê li gundên debara xwe bi sewalvaniyê dikin dike. Mezra Hecî Cemal a 7 mal lê hene debara xwe bi sewalvaniyê dike. Gundiyan bal kişand ser zor, zehmetî û xweşiyên zivistanê.
‘HAVÎNAN EM LI ZOZANAN, ZIVISTANAN JÎ LI GUND IN'
Muslum Karakûş ê 56 salî got: "Tê bîra min nayê bîra min ez sewalvaniyê dikim. Carinan ji ber qedexeyan em heywanên xwe difiroşin, lê dîsa jî em dev ji sewalvaniyê bernadin. Herî zêde di zivistanê de sewalvanî zehmet e. Çimkî heywan di hundur de ne. Em pez xwedî dikin, loma em zivistanan tim di hundur de wan êm didin. Ev yek pir zehmet e. Lê zehmet be jî, sewalvanî xweş e. Em havînan diçin zozanan, zivistanê jî tên gund. Nêzî 200 pezên me hene."
‘AXA ME TIŞTEKÎ CUDA YE'
Karakûş, bal kişand ser xweyîkirina heywanan a li Dersimê û got: "Mesela em dixwazin biçin zozanan, lê gelek jê qedexe ne. Di sala 1994'an de gundê me hat valakirin. Lê niha jî gelek gundî nikarin biçin gundê xwe. Ambargoya li ser gundan didome. Di sala 94'an de avêtin ser gundê me û em emcbûr man jêd erkevin. Wê çaxê em çûn gelek bajarên Tirkiyeyê. Lê dîsa jî tu der wekî gundê me û axa me xweş nabe."
‘LI GUND ROJ SAET DI 5'AN DE DEST PÊ DIKE'
Makbûle Karakûş jî, diyar kir ku ew her roj saet di 5'an de şiyar dibe, pêşî sobê pê dixe, paşê tevî zarokên xwe ji bo êm bidin heywanan diçin axur. Karakûş, diyar kir ku hin mî hene zivistanê jî şîr didin û ew jî wan didoşe. Karakûş jî bilêv kir zivistana li Dersimê zehmet e.
Karakûş, anî ziman ku li navenda bajêr debarkirin êdî zehmet e û got: "Lê em li gundê xwe tiştekî jî nekin, em bi erdê xwe û heywanên xwe pir rihet û aram in. Bi taybetî jî di vê serdemê de debarkirin pir zehmet e, loma em dibêjin bila herkes vegere gundê xwe."