* Di ser qebûlkirina Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan re 70 sal derbas bûn. Sekretera Giştî yê THÎV'ê Metîn Bakkalci, destnîşan kir ku di dawiya 70'ê salan de li cîhan û Tirkiyeyê di warê mirovahiyê de krîzek heye û rêya rizgariyê jî ew e divê careke din bê bibîrxistin mirov kirde ne û divê bi awayekî çalak daxilî pêvajoyê bên kirin.
* Yek ji herêmên zivistana wê dijwar jî Dêrsim e. Ev rewş herî zêde jî bandorê li sewalvanan dike. Gundiyên sewalvaniyê dikin, bilêv kirin ku her çend li herêma wan jiyan zor û zehmet be jî, lê bi qasî vê zehmetiyê xweşiya wê jî heye.
* Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ragihandin ku bi hinceta "ewlehiyê" pirtûkên kurdî nadin wan.
* Baroya Rihayê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de dê li salona Piazza AVM pêşengeha Wêneyan vekin (10.00)
* Hevseroka Giştnî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li navçeya Geverê bi gel re bê cem hev. (11.00)
* KESK, dê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtingê pêk bîne. (13.00)
* Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), bi sernavê “Jiyanek nû pêkan e" dê li Otela Elite Worldê Konferansa Demokrasiye pêk bînin. (10.00-18.00)