AMED - Partiyên kurdan êrîşên hewayî yên li hemberî Şengal û Kampa Mexmûrê û gefên li hemberî Rojavayê tên xwarin şermezar kirin. Her wiha bang li Tirkiyeyê hat kirin ku bi kurdan re bi awayekî aştiyane tev bigere.
HDP, DBP, AZADÎ, PDK-T, PDK, PİA û KKP daxuyaniyeke hevpar dan û êrîşên hewayî yên li hemberî Şengal û Kampa Mexmûrê û gefên li hemberî Rojavayê tên xwarin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de sersaxiya xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane hat xwestin û ji bo birîndaran jî şîfa hat xwestin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê ku li Bakurê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên gelê me xesp bike, li wî aliyê sînor jî ji Kekûrkê heta Efrînê polîtîkayeke êrîşkar bi rê ve dibe. Derdê Tirkiyeyê yê sereke ew e naxwaze li Rojavayê rêveberiyeke federal a wekî Başûrê Kurdistanê çêbibe. Em tim dibêjin polîtîkayên şer û şidetê wê pirsgirêkê çareser neke, bereksê vê wê pirsgirêkê kûrtir bike."
Di daxuyanê de careke din bang li hikûmetê hat kirin û wiha hat gotin: "Em bang li îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê dikin ku destekftiyên li welatê me û gelê me yê li wî aliyê sînor nas bike û bi wan re bia wayekî aştiyane tev bigere û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike!
Li Rojhilata Navîn 50 milyon kurd hene û daxwaza gelê kurd a ji bo statuya siyasî bi gefxwarinan û polîtîkayên şer çareser nabe. Ev pirsgirêk ancax li zemîneke siyasî bi diyalog û muzakereyan pêkan e. Di vê çarçoveyê de ji bo çareserkirina pirsgirikê em bang li hemû aliyan û camîaya navnetewî dikin."