AMED - 35 HDP'iyên ji ber ketin greva birçîbûnê hatin binçavkirin, dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 38'an de didome. 35 HDP'iyên ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê di 12'ê Kanûnê de ji bo 3 rojan li avahiya HDP'a Amedê ketin greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin. Her wiha emniyetê ji bo girteka polîsan gazî rêvebirê HDP'a Bajêr Razaman Kaval û Mûstafa Akengîn kiribû. Kaval û Akengîn jî li emniyeta Amedê hatibûn binçavkirin.
Emniyetê ji bo 37 HDP'iyên 3 roj in li Midûriyeta Emniyeta Amedê tên girtin, bi hinceta "temamkirina delîlan" ji dadgehê xwest dema binçavkirinê 4 rojan bê dirêjkirinç Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar jî daxwaza emniyetê qebûl kir û dema binçavkirinê 4 rojan hat dirêjkirin.