'
ENQERE – Endama ÎHD'ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulazîz Ozdemîr û destnîşan kir ku girtî pêdiviyên Ozdemîr bi cih tînin. Çevîrmen xwest girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Ozdemîr bê berdan.
Înîsyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di roja 708'an de careke din bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Di daxuyaniya li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn de Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulazîz Ozdemîrê di Girtîgeha Jimare 3'yan a Tîpa T a Tarsûsê de.
‘GELEK CARAN EMELIYAT BÛ'
Çevîrmen, da zanîn ku Ozdemîr di 5 salan de gelek caran emeliyat bûye ûg ot: "Ozdemîr di 9'ê Sibata 2016'an de qeyrana dil derbas kiriye û anjiyo bûye. Di testîsta wî ya rastê de kîst çêbûye û ev kîst bi emeliyatê hatiye jêkirin. Ji ber nerihetiya prostatê gelek caran emeliyat bûye. Her wiha ji ber hestiyê di çeneya wî de du caran emeliyat bûye. Di Sibata 2018'an de ji ber li masûlkeyên di newqa wî de pençeşêra cîldê lê peyda bûye emeliyat bûye. Tedawiya wî didome. Kezeba wî mezin dibe û tansiyona wî heye. Tansiyona wî ji nişkave dadikeve 4-5'an û her wiha ji nişka ve jî derdikeve 18-19'an."
Çevîrmen, destnîşan kir ku nexweşîna Ozdemîr zêde nerihet dike di newqa wî de dîskên 11,12,13 û 14'an nerihet in û ji ber vê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Çevîrmen, diyar kir ku ev qas nexweşînên Ozdemîr hene, lê belê dîsa jî Saziya Tiba Edlî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozdemîr. Çevîrmen got: "Her wiha Ozdemîr ji ber madeya xwe jî nerihet e û hemoroîd, faransîd û sînuzîd jî pê re heye." Çevîrmen, bilêv kir ku ji ber van nexweşînan Ozdemîr nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, hevalên wî yên girtî alîkariya wî dikin.
'DIVÊ BÊ BERDAN'
Çevîrmen, destnîşan kir ku di şertên girtîgehê de tedawîkirina Ozdemîr ne pêkan e û divê li nexweşxaneyeke bi rêkûpêk bê tedawîkirin. Çevîrmen, xwest Ozdemîr û girtiyên nexweş ên din bên berdan.