SEMSUR - Şaxa ÎHD'ê ya Semsurê kujerê Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ceylan Onkol, Kemal Kurkut û Tahir Elçî pirsî.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Semsûrê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan aqûbeka kesên hatine kuştin û faîlê wan pirsîn. Endam û rêveberên ÎHD'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û xwest kujer bên darizandin û winda bên dîtin. Di civînê de rêveberên ÎHD'ê û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Rêveber û nûneran wêneyên Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ceylan Onkol, Kemal Kurkut û Tahir Elçî rakirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê Prz. Bulent Temel daxuyanî da. Temel, anî ziman ku dayikên şemiyê bi salan e li kolanan li windayan digerin û heta niha AKP'ê ji bo daxwazên wan tu gav neavêtiye. Temel, da zanîn ku piştî 2000’an hemû cînayetên li Tirkiye pêk hatin berpirsiyarê wan hikûmeta AKP'ê ye.
Temel, destnîşan kir ku Kemal Kurkut kesekî nasnameya wî ya siyasî tune bû û hat kuştin û wiha got: "Di Newroza 21'ê Adara 2017'an de li pêş çavê hemû cîhanê hat kuştin. Hedef nîşan dan û kuştin. Enes Aata, hêj Heşt salî bû di 28'e Adara 2006'an de kuştin. Ugur Kaymaz, di 21'ê Mijdara 2004'an de bi guleyên ji temenê wî zêdetir kuştin. Ceylan Onkol hêj zarok bû kuştin. Tahir Elçî li ber Mînareya Çarling ku ji bo aştiye daxuyanî dida hat kuştin. Disa Komkujiya Roboskê jî di navte tev di serdema AKP'ê de hatin kuştin. Berpirsiyarê tevan AKP ye."