STENBOL / ÎZMÎR – Şaxên ÎHD’ê yên Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakiyên xwe yên heftane li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 351’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hildan.
Aktîvîstên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Kalay ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî da û got girtiyê nexweşîna Wernicke Korsakoff Abdullah Kalay ê ji sala 1992’an ve girtî ye û rewşa wî giran e. Onaran da zanîn ku gelek nexweşînên Kalay hene û xwest demildest bê berdan.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 460’emîn de li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya li navçeya Konaka Îzmîrê çalakiya xwe li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bû. Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û di Hefteya Mafên Mirova de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çîçek da zanîn ku li girtîgehên li Herêma Egeyê 67 jê giran bi giştî 127 girtiyên nexweş hene û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.