EDENE – Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî demildest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) Edeneyê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Parka Înonu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê.
‘REWŞA ANTÎDEMOKRATÎK DIDE NÎŞANDAN’
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Edeneyê Nejat Oktay daxuyanî da û diyar kir ku girtiyên nexweş di bin çavdêriya rayedarên dewletê de di şertên dijwar de dijîn û rayedar çavê xwe ji mirina girtiyên nexweş re digirin. Oktay da zanîn ku hikumet 228 girtîgehên nû wek parçeyek ranta siyasî çêdike û ev yek rewşa antidemokratik a Tirkiyeyê dide nişandan.
‘ÎVRNDÎ TERKÎ MIRINÊ KIRIN E’
Oktay bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Oktay ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê û got: “Yek ji girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî yê 24 sal e girtî ne. 16 sal e bi nexweşîna girin dijî. Tevî ku rewşa wî giran e û nayê dermankirin jî nayê berdan. Mirov dikare beje ku Cemîl Îvrendî terkî mirinê hatiye kirin. Ji bo vê yekê jî wîjdan bi ser hemû qanûnan re ye. Em daxwaz dikin ku dê Îvrendî demildest bê berdan.”