NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrîşa TSK'ê ya li dijî Mexmûr û Şengalê pêk anî û 4 sivîl kuştin, banrg li Sefîre Bexdê yê Tirkiye Fatih Yildiz kirin û nota da.
Balafirên şer ên TSK'ê di 13'ê Kanûnê de herêma Mexmûr û Şengalê bombe kirin. Di êrîşên balafirên TSK'ê de li Mexmûrê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrîşa TSK'ê ya li dijî Mexmûr û Şengalê pêk anî û 4 sivîl kuştin, banrg li Sefîre Bexdê yê Tirkiye Fatih Yildiz kirin û nota da. Wezaretê ku bang li Sefîrê Bexdayê yê Tirkiye kir Fatîh Yildiz kir, hişyar kirin û bêzariya xwe anîn ziman. Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyanî da û diyar kirin ku ew êrîşên hewayî yê li ser seha xwe qebûl nakin. Wezaretê da zanîn ku TSK'ê bi van êrîşan mafê serweriya ax û ezman îhlal kiriye û got: "Em çalakiyên ku balafirên şer ên Tirk li qada Îraqê pêk anîne û bûye edema kuştinê şermezar dikin."