OSMANIYE – Rêveberê Rêxistina HDP’a Osmaniyeyê Kamuran Babrak di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê de ku da destpêkirin, polîsan avêt ser mala rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê Kamuran Babrak. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û eşyayê malê serûbin kirin. Polîsan dest danî ser hin amûrên dîjîtal. Piştî lêgerînê polîsan Babrak binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Osmaniyeyê. Hêceta binçavkirina Babrak nehat zanîn.