ÊLIH - Li Êlihê dengbêjan destnîşan kir ku xebatên Platforma Zimanê Kurdî girîng in û divê piştevaniya wê bê kirin.
Çend hefte berê bi hevkariya HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsyatîfa Azadiyê Platforma Zimanê Kurdî hatibû avakirin. 9 partiyên siyasî hewl didin bi vê platformê ji bo zimanê kurdî di qada netewî û navnetewî de tev bigerin da zimanê kurdî pêş bikeve û bê parastin.
'DIVÊ PIŞTEVANIYA XEBATAN BÊ KIRIN'
Li Êlihê dengbêj Ehmedê Xî, bilêv kir ku zimanek çi qasî di jiyan rojane bê bikaranîn jî piştî wextekê wê asîmle bibe û got: "Ger tevî jiyana rojane ziman bi awayekî nivîskî jî neyê bikaranîn wê asîmle bibe. Loma ev xebatên ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê pir girîng in û hêja ne." Xî, destnîşan kir ku di pêşxistina ziman de hebûna saziyan jî girîng e û got: "Li Êlihê berî qeyûm bê tayînkirin Mala Dengbêjan hebû. Li vê malê dengbêj her roj distriyanû sohbet dikirin. Ciwan ji bo baş hay jî dîroka xwe hebin bi dengbêjan re sohbet dikirin. Ê me jî heta ji me dihat me digot. Lê çawa qeyûm hat tayînkirin Mala Dengbêjan girt. Wê rojê çand û dîrok ji ciwanan hat qutkirin." Xî, anî ziman ku loma divê xebatên di warê zimanê kurdî yên platformê û yên din bên destekkirin.
SANSUR Û ÇEWISANDIN DIDOMIN
Dengbêj Hadî jî, destnîşan kir ku piştî qeyûm Mala Dengbêja girt, wan dev ji xebatên xwe yên di warê çand û zimanê kurdî de bernedaye û got: "Wê dengbêjî di hemû şert û mercan de dewam bike. Çawa bi hezaran salan dewam kir wê niha jî dewam bike. Di dîrokê de zimanê kurdî tim bi zext û zoriyan û bi sansurkirinê re rû bi rû maye. Niha jî ev çewisandin didomin. Ji ber mirov li dawetan bi kurdî distrên tên girtin. Lê dîsa jî pêşxistina zimanê kurdî peywira herkesî ye." Hadî, bal kişand ser pirsa ji bo çi divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û got: "Hewldanên dengbêjan girîng in. Axaftina rojane ya bi kurdî girîng e. Gelê kurd di nav xwe de bi kurdî diaxive, lê wexta diçin saziyên fermî, an dadikevin bazar û çarşiyê rewş diguhre. Wexta diçe bazarê dibîne etîket, îlan hwd. hemû bi tirkî ne û li daîreyên fermî her tişt bi tirkî tê kirin. Lê wexta îro fiyetê mandalînan bi kurdî bê nivîsandin an jî li daîreyên fermî kar û bar bi kurdî bên kirin wê rewş biguhere. Loma xebatên di vî warî de pir girîng in."
MA / Metîn Yoksu