* Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû destnîşan kir ku tecrîd mirovan bi saxî dirizîne û armanca wê hîçkkirin e, loma bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha Hamzaoglû bilêv kir ku di hilbijartina herêmî de jî wek HDK armanca wan ew e ku îktîdara AKP-MHP'ê li bajarên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê winda bike.
* Li Êlihê dengbêjan destnîşan kir ku xebatên Platforma Zimanê Kurdî girîng in û divê piştevaniya wê bê kirin.
* Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, bertek nîşanî amadekariyên êrîşan ên li hemberî Rojavayê dan û bang li partiyên kurdan kir û got: "Êrîşên derveyî sînor kî dike bila bike, lê divê em li hemberî van êrîşên neheq û bêhiqûqî helwesteke hevpar nîşan bidin. Îro divê hem kêfxweşiya me hem jî şîna me yek be."
* Piştî qanûna PVSK'ê, Abdullah Arat û Cîhan Seyhan jî daxilî nav kesên bi îdiaya guh nedane hişyariya polîsan a "raweste" û nasname nîşan nedane û ji aliyê polîsn ve hatine kuştin. Parêzer Derya Yildirim, destnîşan kir ku ji ber erka bikaranîna çekê ya sînorên wê nediyar e hatiye dayîn, erka PSVK'ê bi awayekî kêfî tê bikaranîn.
* Sekreterê TMMOB'ê Dogan Hatûn bal kişand ser texrîbata ji ber ava Bendava Dîcleyê û destnîşan kir ku ji ber hişyariyên meteorolojiyê esas nehatine girtin, di warê ekolojiyê de texrîbateke mezin rû daye.
* Tevgera Ekolojiyê dê li Odeya Endesyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê ji bo Rêveberya Herêmî ya Demokratîk hevdîtina ekolojiyê pêk bînin. (09.30)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dê li avahiya HDP'ê ya Artukluyê dest bi greva birçîbûnê bikin. (10.00)
* Platforma KEİG'ê dê bi sernavê "Kriz, Jin û Keda Jinê" li Kampusa Zanîngeha Mimar Sinan forumê pêk bîne. (10.30)
*Dayikên Aştiyê ku li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê û hatin binçavkirin, piştî hatin berdan dê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin dê li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê di hefteya 514'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 716’an de çalakiya Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Colemêrgê bi gel re bê cem hev. (13.00)
* Pêkhateyên KESK'ê dê li Qada Ugur Mumcu ya Edeneyê bi dirûşmeya “Li dijî nelirêtî, xizanî û bê ewlehiyê têbikoşin." mîtîngê pêk bînin. (13.30)
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan yên Îzmirê bi armanca balê bikişînin ser windayan û girtiyên nexweş dê di hefteya 460'an de li navçeya Konakê li pêş avahiya Serokwezîriyê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 351'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
* Baroya Rihayê bi minasebeta hefteya Mafên Mirovan dê çalakiyan pêk bînin. (10.00/15.00)
* HDK, dê li Otela Elite World a Stenbolê konferansa Demokrasiyê ya "Jiyanek nû pêkan e" pêk bînin. (10.00-18.00)