* Li Colemêrgê wextê çêkirina tihîna Çelê dest pê kir. Gundî kunciyên diçinînin li aşên ji dema Nastûriyan mane dikin tihîn û bi tihîna çêdikin debara xwe dikin.
* Rojnamevan Ferhat Parlak ku ji doza berê der barê wî de hatibû vekirin de beraat kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Farqînê bi heman tawanbariyê der barê wî de lêpirsîn vekiribû ji ber vê 8 meh in girtî ye.
* Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga KESK'ê ya li Amedê dixebitin, diyar kirin ku di serdemeke krîz zêde dibe de bêdengiya li hemberî pêkanînan tê wateya hevkariyê û got: "Em ê di mîtîngê de pêşî ji bo aştiyê bang bikin û paşê em ê destnîşan bikin ku divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn."
* Hat diyarkirin Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ji girtiyan re gotiye: "Hîn we 12'ê Îlonê nedîtiye."
* Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk ji bo mîtîngên KESK'ê yên li dijî krîza aborî destnîşan kir ku ji bilî têkoşînê wekî din tu rê tune ye. Her wiha Bozgeyîk ji bo hilbijartinên herêmî jî bilêv kir ku ew ê li gel derdorên ehlê aştî, demokrasî û kedê tev bigerin.
* 5'emîn danişîna doza 53 kesên di qedexeya li Nisêbînê de hatibûn binçavkirin û girtin, di roja 5'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Merdînê berdewam dike. (10.00)
* Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan berdewan dikin, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stebolê daxuyanî bidin. (11.00)
* RêxistinaHDP'ê ya Navçeyê, dê derbarê 3'yemîn salvegera qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li ber avahiya partiyê daxuyanî bide. Di heman demê ji bo kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, dê li Mêrdîn û navçeyên wê merasîmên bîranênê bên lidarxistin. (12.00)
* Platforma Şaxa KESK û Hevserokên KESK'ê, ji bo mîtînga herêmê ya 16'ê Mijdarê bê lidarxistin, dê li Şaxa Hejmara 1 a Egîtim Senê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* ÎHD û TÎHV, dê di çarçoveya Hefetaya Mafê Mirovan a 10 û 17'ê Kanûnê de, dê rapora "Binpêkirinên mafên mirovan" li Şaxa ÎHD'ê ya Taksimê ji raya giştî re eşkere bikin. (13.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, dê esnafên Bazîdê ziyaret bike û li Agiriyê jî bi gel re bên gel hev. (11.00-16.00)
* ÎHD û TÎHV, dê di çarçoveya Hefetaya Mafê Mirovan a 10 û 17'ê Kanûnê de, dê panela "Li Tirkiyeyê nijadperestî" li Şaxa ÎHD'ê ya Taksimê pêk bîne. (18.30-20.30)