ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Îdirê axivî û got, çalakiya Leyla Guvenê ya li hemberî tecrîdê daxwza bi milyonan û daxwaza gelê Tirkiyeyê ye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dest bi gera xwe ya Serhedê ya 3 rojan kir. Bûldan û heyeta li gel wê danê êvarî hat Îdirê. Di dema hatinê de gelek kesan Bûldanê pêşwazî kir. Ewilî tev li bernameya vekirinî ya Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya ji aliyê Şaredariya Îdirê ve hat çêkirin bû.
PIRTÛKXANEYA EHMEDÊ XANÎ HAT VEKIRIN
Di vekirinê de ewilî Hevşaredarê Îdirê Mûrat Yîkît axivî û got: "Heta demek berê jî li navçeya Bazîdê peyker û parka Ehmedê Xanî hebû. Lê wexta qeyûm tayînî Bazîdê hat kirin ewilî peykerê Xanî rûxand. A rast ev êrîşa li hemberî çand û zimanê gelê kurd bû. Ew çi dikin bila bikin, lê eê tim û tim hewl bidin Ehmedê Xanî bijî û loma me navê wî li vê pirtûkxaneyê kir."
Dû re Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan bilêv kir ku polîtîkaya qeyûm polîtîkaya êrîşa li hemberî nasname û bîra gelê kurd e. Bûldan, destnîşan kir ku wexta peykerê Xanî hat şikandin ev bû cihê birînên mezin, lê belê li ser navê wî vekirina pirtûkxaneyê jî pir girîng e.
Piştî axaftina Bûldan pirtûkxane hat vekirin.
Piştî vekirina pirtûkxaneyê Bûldan û bi sedan kes li ber HDP'a Îdirê hatin cem hevdu. Li vir pêşî Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk axivî û got: "Wê hesabên we yên qirêj tu carî li hev dernekevin. Îdir tim û tim xwedî li rûmet û şerefa xwe derketiye û wê derkeve jî."
'TU CARÎ ME ÇOK DANENÎ, EM Ê DAYNEYNIN JÎ'
Paşç Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan diyar kir ku gelê Îdirê gelekî cefakar û rûmetyar e û got: "Gelê Îdirê tim û tim xwedî li rûmet û nasnameya xwe derketiye. Tu carî li ber kesî çok daneniye. Gelê Îdirê baş hay ji bedêlê, mirin û êşê heye, baş hay ji girtîgehan û îşkenceyan heye. Bi salan êş kişand, lê belê tu carî çok danenî. Ev îktîdar bi her awayî êrîş dike. Heqaretê li bîra gelê kurd dikin û dixwazin bin pê bikin. Îro li hemberî hemû derdorên vî welatî polîtîkayên çewisandinê xistine dewrê. Dixwazin civakê bitirsînin û bitepisînin. Lê em natirsin, natepisin û em ê tu carî tawiz ji rêgezên xwe nedin."
'DAXWAZA LEYLA GUVENÊ DAXWAZA MILYONA YE'
Bûldan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê jî û got: "Di serdemeke ku hevşaredarên me, parlementerên me hatin girtin û tecrîd tê pêkanîn û hevala me Leyla Guvenê bedena xwe daye ber birçîbûnê de em tu carî ji kesî netirsiyan û em nîşan da ku em tu carî çok danaynin. Em careke din li vir, ji Îdirê bang dikin. Ev têkoşîn li korîdorên edliyeyan, li girtîgehan, li bajarên me, li navçeyên me didomin. Ev têkoşîn têkoşîna civakeke ku tê înkarkirin û tê tasfiyekirin. Loma bila tu kes bi çewisandinê, bi şidetê xwe li ser me neceribîne. Me li girtîgehan her cure çewisandin, şidet û mirin dît. Lê me dîsa jî ji têkoşîna xwe ya rûmetyar tawîz neda. Em ê niha jî nedin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirin hemû gelên Tirkiyeyê ye. Çimkî kesên dixwazin pêwendiya wî bi derve re qut bikin, baş dizanin ku li cem gelê kurd Birêz Ocalan heye. Loma hevala me ya parlementer Leyla Guven 36 roj in di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wê daxwaza bi milyonan e, daxwaza gelê Tirkiyeyê ye."
Bûldan, bal kişand ser hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an jî û got: "Ev hilbijartin hilbijartineke girîng e û wê dîroka Tirkiyeyê biguherîne. Kesên şaredariyên gelê kurd xesp kirin, bila baş bizanibin em ê wan qeyûma bişînin Enqereyê û wê îktîdara gelê me li ser wan qoltixan rûnê." Bûldan ji bo kesên ji bo namzetiyê serlêdanê dikin jî got: "Kî bibe namzet bila bibe lê em ê qethiyen li malê rûnenên. Armanca me ne qoltix e, xizmeteke rûmetdar e. Em ê hevşaredarên xwe emanetî we bikin."
Piştî axaftina xwe Bûldan ji Îdirê ket rê û wê sibê li Agiriyê be.