NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel piştî daxuyaniya "Em ê li Rojhilatê Firatê operasyonê bidin destpêkirin" a Serokomar Erdogan daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan û şermezar kirin
Li bajarên Kobanê, Qamişlo, Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes yên ji netewên cuda li dijî daxuyaniya "Em ê li Rojhilatê Firatê operasyon bidin destpêkirin" a Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daketin qadan û bi meşên li dar xistin nerazîbûn nîşan dan û şermezar kirin
KOBANÊ
Bi hezaran şêniyên Kobanê li ber Peykera Jina Azad a li navenda bajêr kom bûn û li dijî gefên Tirkiyeyê meş li dar xistin. Ji heft salî heta heftê saliyan tev li meşê bûn û bi bezkirina dirûşman gefên li dijî axa xwe şermezar kirin.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo jî pêkhateyên ji Kurd, Ereb û Suryanî pêk dihatin bi hezaran welatî li taxa El-Suryan li hev kom bûn. Welatiyan pankartên "Ji dagerkeriya Tirkiyeyê re na", "Ji Osmaniyek nû re na", "Ji terora Erdogan re na" û "Bijî yekîtiya gelên herêmê” hatin hildan. Piştî ku girse kom bû, ji wir dest bi meşê kirin û bi berzkirina dirûşmeyan heta Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Taxa El-Siyahî ya bajêr meşiyan. Li vir daxuyaniyek hevpar hat dayîn û gefên li ser xwe şermezar kirin.
SERÊKANIYÊ
Şêniyên bajarê Serêkaniyê jî ku ji pêkhateyan pêk tê li dijî gefan li ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê li hev kom bûn û heta Çerxerêya Şehîdan meş li dar xistin. Di meşê de pankartên “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin na" hildan û bi berzkirina dirûşman bertekên xwe anîn ziman. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
GIRÊ SPÎ
Welatiyên bajarê Girê Spî jî li ber Çerxerêya El-Elem a başûrê bajêr kom bûn û li vir dest bi meşê kirin. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî ji dagirkeriya Tirkiyeyê re dibêjin na", "Îradeya gelan ji teknîka wan xurttir e", "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin" û "Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin" hatin hildan. Meş li ber Çerxerêya taxa El-Îskanê bi dawî bû û xwepêşandan veguherî mitîngê. Li vir axaftin hatin kirin û daxuyaniya Erdogan a têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Piştî daxuyaniyê xwepêşandan bi dawî bû.
Li gelek navendên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û meş hatin lidarxistin.