AMED - Parêzera Hevseroka KCD’ê û Parlamentedra HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 36 rojin di greva birçîbûnê deye Cemîle Turhalli Balsak, diyar kir ku dîqet Guven belav dibe, xewa wê lê diherime, li hemberî deng û ronahiyê hestiryar bûye û kîlo winda dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di roja 36’an de berdewam dike. Parêzera Leyla Guven a duh bi muwekîla xwe re hevdîtin kir, derbarê rewşa wê de ev agahî dan.
‘DÎQETA WÊ BELAV DIBE’
Balsak, anî ziman ku duh bi muwekîla xwe re hevdîtin kir û wiha axivî: “Guven 6 kîlo zeyîf bûye, li hemberî deng û ronahiyê hestiryar bûye û diqeta wê belav dibe. Rewşa tenduristiya Guven rojane tê kontrol kirin. Dema ku mirov hemû aliyên greva birçîbûnê digire dest, rewşan gihaye asta krîtîkê.”
‘JI BO KU VÎTAMÎNA B1 VEXWE EM KETIN NAVA HEWLDANAN’
Balsak, anî ziman ku kesên dikevin greva birçîbûnê, ziyanên mayîn di bedena wan de rû didin û wiha dawi li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em pêşiya vê bigirin, em ji bo vîtamîna B1 dest bi hewldanan kir. Vîtamîna B1 li Tirkiyeyê tuneye. Rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo ku vîtamanîna B1 ji derveyê welat bîne ketiye nava hewldanan. Di encama hewldanên me de, rayedarên girtîgehê serî li Yekitiya Eczagerên Tirk dan. Em niha li benda encama serlêdana rayedarên girtîgehê ne.”