ENQERE - Derberê qezaya trenê ya li Enqerê pêk hat de, bi hinceta qisûr hat dîtin de, sê personelên TCDD hatin binçavkirin.
Trêna Xiza bi Lez (YHT) a sefera Enqere û Konyayê dikir li Rawestgeha Marşandiz a girêdayî navçeya Yenîmahalleyê li pira serbihûr qelibî. Di encama qezayê de du vagon wergerîn, beşek pire jî bi ser vagonan de hilweşiya, 3 jê makînîst 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 47 kes jî birîndar bûn. Bi hinceta qisûr hat dîtin, 3 personelên TCDD hatin binçavkirin.
Hat diyar kirin ku lêpirsîna dozger û ewlekariyê ya derbarê bûyerê de berdewam dike.