WAN – Li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtiyan bi armanca xwedî derketina daxwaza Leyla Guven greva birçîbûnê ku dabûn destpêkirin didomînin û koma sêyemîn çalakiyê dewr girt.
Girtiyên li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê bi boneya xwedî derketina daxwaza çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin didomînin. Li girtîgehê çalakiya hatibû destpêkirin koma sêyemîn dewr girt. Hat ragihandin ji girtiyan Şefîka Bîlîcî û Bedrettîn Hasar bi gefên binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin.