ÎZMÎR - Li Îzmîrê, binçavkirina 21 kesên HDP’î jî dinav de hebûn, hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û pêkhateyên wê, daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi operasyonên binçavkirinê yên berî hilbijartinê, dixwazin HDP’ê qels bikin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, derbarê binçavkirinên 21 kesên dinav de endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî hebû civîna çapemeniyê li dar xist û binçavkirin şermezar kir. Gelê rêveber û endamên pekhatiye partiyê beşdarî civînê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Kadîr Baydur di civînê de axivî û wiha got: “Polîtîkayên êrîşkar ên li ser partiya me dewam dikin. Herî dawî li bajarê me 21 kes hatin binçavkirin. Bi operasyonên binçavkirinê yên berî hilbijartinê, dixwazin HDP’ê qels bikin. Em bang li hêzên demokratîk dikin ku alîkarî û piştgiriyê dibin HDP’ê. Em dixwazin hevalên me dimildet bên berdan.”
'EMÊ DINAVA PIŞTEVANIYÊ DEBIN'
Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Satîye Ok jî, diyar kir ku AKP bi polîtîkayên zextan dixwaze xwe xelas bike û wiha bilêv kir: “AKP armanc dike ku bi operasyonan HDP’ê ji derveyî siyasetê bihêle. Hikûmeta AKP’ê di hemû hilbijartinan de wiha dike. Emê tim bi HDP’ê re dinava piştevaniyê debin û em ê vê piştevaniya xwe berdewam bikin.”
'EMÊ TIM AŞTIYÊ BIPARÊZIN'
Berdevkê Pêşeroja Çeş û Keskan a Bajêr Atîlla Kiliç jî destnîşan kir ku ewê tim aştiyê biparêzin û wiha axivî: “Binçavkirin her çiqasî berdewam bikin jî, emê li dijî van zext û êrîşan rawestin.”
'EMÊ LI DIJÎ FAŞÎZME TÊBIKOŞIN'
Hevserokê Partiya Avakirina Jinûde Sosyalîst (SYKP) ê ya Bajêr Levent Gedîk jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Em li dijî faşîzmê paşve ve gavan ne avêjin. Dimildest hevalên me berdin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku em dest ji têkoşîna mûxaliftiyê berdin, wisan bi ser me de tê. Ji ber vê bi hemû hêza xwe dostên me û HDP’iyan bin çav dike. Tifaqa AKP-MHP’ê netewperestiyê pêş dixin. Lê çi dibe bila bibe, emê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bi rêve bibin.”