AMED - Endama MYK’a HDP’ê Zubeyde Zumrut, bertek nîşanî derbkirin û binçavkirinên çalakgerên di greva birçîbûnê de da û got: “Grevên birçîbûnê mafek demokratîke. Grevên birçîbûnê ne sûcin, a sûc êrîş kirine.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, derbarê binçavkirin û derbkirinên çalakgerên bi armanca piştgirî dayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li avahiya partiyê ketibûn greva birçîbûnê de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya bajêr hat lidarxistin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de bi sedan polîsan bi maşineyên zirxî û TOMA’yan derdora avahiya bajêr dorpêç kirin
Endama Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) a HDP’ê Zubeyde Zumrut, daxuyanî da û wiha axivî: “Ji bo daxwazên Guven bên qebûl kirin li gel bajarên cuda çalakiyên greva birçîbûnê hatin lidarxistin, lê polîsan bi ser avahiyên partiya me de girtin û çalakger binçavkirin. Ev sûcê mirovaniyê ye. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiyek miroviye. Lê li Tirkiyeyê ev maf û daxwazên mirovan nayên qebûl kirin.”
‘BI VAN ÊRÎŞAN SÛC DIKIN’
Zumrut, anî ziman ku ji bo xwedî derketina daxwazên Guven wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û wiha bilêv kir: “Lê ev daxwaza me ya demokratî rastî tundî û êrîşan hatin. Di dema pêvajoya çareseriyê de AKP’ê bi Ocalan re hevdîtin kir. Ger sûcek li holê hebe, sûcê herî mezin wan bi xwe kiriye. Ji bo rakirina tecrîdê em tim daxwazên xwe bînin ziman û emê dest ji van daxwazên xwe bernedin.”
DU RÊVEBERÊN ME YÊN JI BO GIRTEKÊ ÇÛN JÎ BINÇAV KIRIN
Hevserokê DBP’a Amedê Îbrahîm Çîçek jî, dest nîşan kir ku duh polîsan bangî rêveberên HDP’ê yên Bajêr Ramazan Kaval û Mûstafa Akengîn kirin ku girtekên derbarê 35 kesên binçav kiribûn de bidin wan, lê ev hevalên me jî li Midûriyeta Polîsan binçav kirin. Çîçek, da zanîn bi rêya bang kirinê, hevalên me li Midûriyeta Polîsan binçav dikin. Çîçek, anî ziman ku ev rewş nayê qebûl kirin û emê qebûl nekin. Piştî axaftinan daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.
NEVÊ 35 KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN
Navê kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê dibin çavan dene wihane: “Sertîp Yetîş, Murat Kiliç, Hasan Oyan, Mehdiye Kartal, Savaş Babur, Tevfîk Kaçar, Mehmet Yaman, Sakîne Karadenîz, Latîf Emînoglu, Nazim Ocal, Mehmet Şîrîn Karakaş, M. Şîrîn Daşlik, Giyasettîn Duman, Mensur Ekdemîr, Ahmet Balci, Kenan Kaydul, Velî Mutlu, Fatîh Kagan Arslan, Fesîh Balbey, Kemal Baran, Salîh Peksoy, Medenî Hazar, Mehmet Ateş, Hayrî Etyemez, Mehmet Alî Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahrî Kaplama, Sabahattin Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahîn Kabaîş, Alîşan Bînen, Mehmet Abîdîn Kahraman, Alî Yilmaz û Nurettîn Bakan.”