Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm

  • rojane
  • 13:18 13 Kanûn 2018
  • |
img

ENQERE – Danişîna doza Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn de didome. Demîrtaş li dijî redkirina dadger got: “Hûn peywîra xwe xerab bikar tînin. Hûn peywîra darazê ku dane we ji bo min, dengdêrên min û nasnameya min a siyasetê tasfiye bikin û ji bo desthilatdariyê bibe hêz bikar tînin. Heke min serê xwe ji Erdogan re bitewanda niha ez ne li hepsê ez ê li Qesrê bûma.” 

 
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û gelek parlamenterên HDP’ê dozê dişopînin. Ji heyeta biyanî 5 kesan berdan salona danişînê. 6 kesan bi hêceta akredîte nîne wan bernedan hundir. Di roja duyemîn de jî nehiştin rojnameger derbasî danişînê bibin. Tenê rojnamegerên kartên wan zer heye berdan. Bi dehan parêzer di dozê de amade ne. 
 
‘HÛN LI BER ÇAV SÛC DIKIN’ 
 
Demîrtaş ewil têkildarî reda dadger a der barê wî de da axivî û got: “Dadgehek nikare wisa li hember me tevbigere. Heke hûn biryara DMME’yê nas nakin, hûn dikarin pir aşkere bêjin ‘biryara DMME’yê me eleqedar nake.’ Qet nebe ka hûn alî ne an ne alî ne we biryar nedabûya. We bişanda 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran. We bigota ‘Em ne alîgirin.’ Lê biryar we bixwe da. We neşand dadgehek bilind. Hûn li ber çav sûc dikin.” 
 
‘HÛN XIZMETA DESTHILATDARIYÊ DIKIN’ 
 
Demîrtaş parastina xwe wiha domand: “Hûn peywîra xwe xerab bikar tînin. Hûn nikarin henekê xwe bi me bikin. Ez vê yekê qebûl nakim. Hûn peywîra darazê ku dane we ji bo min, dengdêrên min û nasnameya min a siyasetê tasfiye bikin û ji bo desthilatdariyê bibe hêz bikar tînin. Hûn îtîrazên me tune dihesibînin. Em ji danişîna ewil ve qeyda deng dixwazin, lê hûn biryara navberê didin. Lê hûn daxwaza me ya dosyeya qeydên deng têde ne red dikin. Ez dibêjim deng ne yê min e. Ez dibêjim îtîraza min a ji bo vî dengî heye. Lê hûn naynin. Hûn henekê xwe bi hişê me dikin.
 
HEKE MIN SERÎ BITEWANDA NIHA LI QESRÊ BÛM’  
 
Heke ku biryara DMME’yê we eleqedar nake lê ev du sal e çima Wezareta Dadê li weir parastinê dike? Bi vê biryarê derket holê ku hûn ji min baştir siyasetmedar in. Li vê salonê hûn siyasetmedarin bi redkirina dadgeriya we ev derket holê. Li vê salonê yên herî biêhiqûq em xuya dikin ne? Biryara DMME’yê wek bûzê we eleqedar dike. Me ji bo vê biryarê têkoşîna hiqûqî birêve bir. Tune hesibandina vê biryarê em qebûl nakin. Ez ji parastina rûmeta vîna ez temsîl dikim berpirsim. Heke min serê xwe ji Erdogan re bitewanda niha ez ne li hepsê ez ê li Qesrê bûma.” 
 
HÛN RÛMETA ME DIPELÊXIN’ 
 
Demîrtaş da zanîn ku ew bi destê AKPê tê darizandin û got: “Hûn li ser daxwaza Tayyîp Erdogan van biryaran didin. Lê hûn nikarin van biryaran li ser daxwaza AKP’ê dewam bikin. Ez nabêjim xelas bikin. 142 sal ceza ji bo min tê xwestin, lê hûn 141 cezayê min erê bikin jî wê xatirê min bimîne. Ez henek nakim. Ji bilî Xwedê ez ji tu kesî natirsim. Lê ez ê rûmeta xwe nexim bin piyê we. Hemû jiyana min bi parastina rûmetê derbas bû. Lê ez ê nehêlim tu kes rûmeta min bieciqîne. Asta ku em gihîştinê lê hûn rûmeta min dipelêxin.” 
 
‘HUTIL-MUTIL PÊWÎSTE EM WE DI CIVÎNÊN AKP’Ê DE ZEFT BIKIN?’ 
 
Demîrtaş li dijî helwesta heyeta dadgehê rexneyên xwe dewam kir û wiha got: “Heke bi hurmetî nêzî me bibin em ê bi dadgehê li ser destan bigirin. Lê em bêhurmetiyê qebûl nakin. AKP an jî dadger me didarizînin? Tunehesibandina biryara DMME’yê nêzîkatiya AKP’ê ye. Hûn nikarin li gorî piste pistên AKP’ê tevbigerin. Heke ku biryara DMME’yê jî ne derbasdar be, qey hutil-mutil pêwîste em we di civînên teşkîlatên AKP’ê di civînê de bigirin? Ji vê şûndetir êdî em ê çawa dikaribin dadgeran aşkere bikin. Tişta ez dizanim niha 3 AKP’yî, HDP’yekî didarizînin. Hîsên min wisa ne. Ez bi samîmî ji we re dibêjim. Ev jî li zora min diçe. Naxwazim parastinê bikim. Êdî ez ji we re çi bêjim?” 
 
Piştî parastina Demîrtaş, parêzerên wî mafê axaftinê girtin û xwestin heyeta dadgehê dev ji helwesta xwe ya redkirina dadgeriyê berde. Parêzeran got darizandin ne hiqûqî pêk tê û xwestin daxwaza redkirina dadger carek din ji nû ve bê nirxandin. Heyeta dadgehê jî navber da danişînê. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/12/2018
10:20 Ji bo rêveberiya herêmî Serlêdanên HDP'ê didomin
09:07 AKP beriya hilbijartinê polîs û eskeran li nifûsa Şirnexê qeyd dike
09:05 Li girtîgeha Xarpêtê bi hinceta 'ewlehiyê' pirtûkên kurdî nadin girtiyan
09:03 Zivistana li vir dijwar e, lê dîsa jî roj di 5'an de dest pê dike
09:01 Salvegera 70'yemîn a Peymana Mafên Mirovan û krîza di warê mirovahiyê de
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2018'AN
15/12/2018
21:41 Partiyên kurdan êrîşên li hemberî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin
20:46 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Wanê hatin berdan
20:39 Dema binçavkirinê ya 35 HDP'iyan hat dirêjkirin
19:42 'Girtiyê nexweş Ozdemîr nikare bi tena serê pêdiviyên xwe bi cih bîne'
18:11 Rêvebirê HDP'a Osmaniyeyê Babrak hat girtin
17:15 Kaya: Girtîgeh dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin
16:12 Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:53 Penaberê xebatkarê HDP’ê ‘Der sînor’ tê kirin
15:52 Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê kujerên faîlan pirsîn
15:44 Demîrtaş: Civaka Tirkiyeyê dê bigîhîje daraza bêalî
15:21 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Mîtînga Çukurova ya KESK’ê dest pê kir: Emê bi hevre têbikoşin
15:10 Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin
14:50 TJA'yê ji bo Şengal û Mexmûrê bang li NY kir
14:42 ‘Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî berdin’
14:39 Jinan krîza aborî nîqaş kirin
14:29 Mala Mamosteyan a Meletiyê destûr neda panela mafên mirova
14:09 Dayika Aştiyê ji ber nameyên girtîgehê hat girtin
13:59 Koçyigît: Çalakiya Guvenê çalakiyek civakî ye
Hamzaoglu: Vîna gelên Rojhilata Navîn bombe dikin
13:58 Dayikên Şamiyê: Emê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
13:41 Dayikên Aştiyê: Çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e
13:23 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
13:16 Ekolojîst ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî hatin gelhev
12:56 Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê
10:14 Ji bo mîtînga sibe ya Amedê bang kirin
10:14 Basin-Îş a DÎSK'ê: Karta zer ne rûhsata rojnamegeriyê ye
09:42 Hikûmeta Iraqê nota da Tirkiye
09:37 Li Osmaniyeyê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
09:23 Qedexeya li Lîcê, Pasûr û Farqînê hat rakirin
09:09 Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê
09:08 'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn'
09:08 Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
09:07 'Ji bo pêşxistina kurdî divê piştevaniya xebatan bê kirin'
09:06 Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn
15:26 KESK’ê ji bo beşdariya mitînga herêma Amedê bang kir
15:13 Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin
15:11 Pira Deh Derî ji welatiyan re hat girtin
14:51 ‘Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye’
14:45 Ciwanan ên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
14:36 Welatiyê piştî îfade da dîsa hat binçavkirin hat berdan
14:26 ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne
14:26 Bernamzetê HDP’ê Yetîm hat veşartin
14:11 YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir
13:42 Girtiya 80 salî Meles Tekîn nayê dermankirin
13:38 Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin
13:34 Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
13:23 Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî
12:48 Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî
12:29 Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin
12:28 Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin
12:05 Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin
11:58 Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e
11:57 Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
11:20 Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye
11:13 Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin
10:45 HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
10:37 'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’
09:50 Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir
09:48 Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê
09:17 Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye
09:16 Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye'
09:15 ‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
09:14 Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye
09:12 Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN
08:38 Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
07:04 2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin
06:46 TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
13/12/2018
19:25 Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike
18:33 Bûldan: Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyona ye
17:36 Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da
17:14 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefan daketin qadan
17:06 Prz. Balsak: Guven kîlo winda dike
16:25 Operasyona leşkerî ya Lîcê, Pasûr û Farqînê didome
15:49 HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike
14:53 Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn
14:47 Derbarê qezaya trenê de 3 kes hatin binçavkirin,
14:38 Li Girtîgeha Bunyanê koma sêyem greva birçîbûnê dewr girt
14:31 Bertekên li dijî operasyonên binçavkirinan zêde dibin
14:26 Navenda Wanê hat qedexekirin
13:28 Parêzerên Ocalan cara 772’emîn serlêdan kirin
13:21 Buldan û Temellî: Ne qeza ye cinayet e
13:19 Zumrut a HDP’î: Êrîş sûc in, ne grevên birçîbûnê
13:18 Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm
13:02 Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek
12:57 Li dijî gefên operasyonê 'seferber' bûn
12:36 Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da