KOBANÊ - Tirkiye ku ji hesabê DYA û Rûsya yên li dijî Idlibê sûdê digire, armanc dike ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye operasyonê pêk bîne. Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê li dijî hewldanên Tirkiye biryara ‘seferberiyê' îlan kir. Ger ku Tirkiye têkeve nava hewldanan dê meşên girseyî pêk bînin. Meşa mezin îro li Kabonê pêk tînin.
Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan 2 roj berê gef li Rojhilatê Firatê yê Bakurê Sûriyeyê xwar. Got çawa ketin Efrîn û Cereblûsê dê derbasî Rojhilatên Firatê jî bibin. Erdogan got 'DAIŞ ji bo me ne gef e. Kurd terorîst in' û êrîşa li dijî kurdan ji bo xwe rewa dît. Piştî Rûsya û DYA li ser Îdlîbê hesap kirin, Tirkiye jî ev nakokiyên navbera Rûsya û DYA ji bo xwe kir firsend û xwest êrîşî Rojhilatê Firatê bike. Nakokiyên navbera Rûsya, Îran û DYA hêz da Tirkiye û ji bo êrîşên xwe ev yek kir firsend. Bi taybetî piştî pêvajoya hilbijartinê nêzîk bû ev mijar xist rojevê û xwest bi vê yekê li ser beşên nijadperest progapanda xwe bike. AKP û Erdogan beriya hilbijartina 24'ê Heziranê jî sînor derbas kirin û ket Efrinê û bi ketina Efrînê propaganda hilbijartinê kir. Niha beriya hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî jî dîsa armanc dike ku li dijî Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bîne û propaganda xwe bike.
Hikûmeta AKP'ê û Erdogan bi van êrîşan dixwaze destkeftiyên ku kurdan di nava 7 salan de bi xwîna xwe stendiye ji destê wan bigire. Herî dawî Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, got destpêka şer her gavê pêkan e. Li dijî van êrîşan DYA li dijî hewldanên Tirkiye bêdeng dimîne û tawîzan dide Rûsya ku dixwaze êrîşî Idlibê bike. Rusya jî armanc dike ku DYA li Minbic û Rojhilatê Firatê asê bike. DYA û Îsraîl ku aşkere piştgiriyê dide komên li Idlibê, hewl didin ku krîza li Idilibê kûrtir bibe. Her çend li ser Idlibê Tirkiye û Rusya li hev kiribin jî dîsa dem bi dem rageşî zêde dibe. Di serî de Heyet Tahrir El Şam (HTŞ/ El Nusra) ku Tirkiye û Sûriye piştgiriyê dide wan, di nava wan û komên din de dem bi den şer derdikevin. Dîsa dem bi de Rusya û Suriye li dijî Başûrê Idlibê erîşan pêk tîne. Li nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye jî car caran êrîş pêk tên.
RÛSYA Û DYA DIXWAZIN AXÊ LI HEV PARVE BIKIN
Li herêmê ku Rûsya û DYA hêza xwe lê bi cih kirine û hesaban dikin armanc dikin ku axa Sûriye li hev parve bikin. Li aliyekî Tirkiye li ser axa Rojava li pey hesaban e, li aliyê din jî DYA û Rûsya jî dixwazin li ser Tirkiye hesaban ava bikin. DYA armanc dike ku bi hêzên koalîsyona navneteweyî li Cerablus û Idlibê li dijî Rûsya pêngavên nû pêş bixe. Rûsya jî armanc dike ku DYA li dijî Idlibê di Minbicê de bi sînor bike. Tirkiye jî li ser van nakokiyan hewl dide ku têkeve Rojhilatê Firatê. Tirkiye piştî ket Minbiç û Efrînê û hêzên navneteweyî li dijî vê hewldanê wê bêdeng ma, niha dixwaze berê xwe bide Rojhilatê Firatê. Ji bo vê yekê jî dixwase destûrê ji DYA bistîne. Pişta xwe bi NATO û DYA dikute û dixwaze êrîş bike.
BIRYARA 'SEFERBERIYÊ'
Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê li dijî hewldanên Tirkiye biryara ‘seferberiyê' îlan kir. Ger ku Tirkiye têkeve nava hewldanan dê meşên girseyî pêk bînin. Meşa ewil dê îro li Kobanê ku li dijî DAIŞ'ê serkeftina mezin bi dest xist pêk bînin.
MA / Nazim Daştan