DÎLOK – Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan çirûska Leyla Guven pê xistiye bi piştgiriya gel veguheriye agirek mezin û got: “Hikûmet ji gûrkirina agir ditirse ku wan bişewitîne. Ji ber vê yekê jî çalakgeran binçav dike.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 36 roj e didome. Piştgiriya gel a ji bo Guven her ku diçe berbelav dibe û zext jî li ser vê piştgiriyê zêde dibin. Heta niha li Mêrsîn, Riha, Amed, Êlih û Wanê gelek rêveber û endamên HDP’ê yên ketin çalakiya greva birçîbûnê hatin binçavkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê û Amirê Îdareya Meclîsê Mahmut Togrul çalakiyên greva birçîbûnê nirxand.
‘AKP JI PÊTÊN ÇIRÛSKÊ DITIRSE’
Togrul destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan, Leyla Guven çirûskek hat pêxistin û agirê vê çirûskê ji aliyê gel ve tê gûrkirin û got: “Desthilatdarî ji vî agirê çirûskê derketiye holê ditirse. Desthilatdarî ditirse ku wê ev agir wan jî bişewitîne. Ji ber vê yekê jî dest bi pêla binçavkirinan kiriye. Desthilatdarî bi zextan nikare gav bi me bide avêtin. Berevajî vê yekê jî zext dê têkoşîna me xûrtir bike.”
‘TECRÎD VEGUHERÎ ÎŞKENCEYÊ’
Togrul bal kişand destpêka tecrîdkirina Ocalan a heta niha bi şiklek girankirî didome û wiha got: “Hikumet ji bo pêvajoya çareseriyê veguherîne şer, gava ewil avêt li pêşxistina tecrîdkirina li dijî Birêz Ocalan bû. Her ku tecrîdê kûr û giran kirin. Tecrîd veguheriye îşkenceyek giran. Bi salan e nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Mesele tenê ne hevdîtina bi Ocalan re ye. Mesele ew e ku qet agahiya kesî ji tenduristiya wî nîne. Di vê mijarê de di nav civakê de fikarek mezin heye. Ev demek dirêj bû me vê fikarê dianî ziman. Herî dawî Leyla Guven gavek ewilîn avêt û ji bo tecrîd bê şikandin bedena xwe de ber birçîbûnê. Ev gavek girîng û binirx e.”
‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’
Togrul bal kişand ser pêkanîna aştiyê û got: “Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare zêdetir pêvajoyek bêhiqûqî û bêedaletî birêve bibe. Tu kes nikare fikr û ramanên azad dîl bigire.”