ŞIRNEX - Ligel ku 3 sal bi ser qedexeya Cizîrê re derbas bûn jî, êş û kulên malbatên xizmên xwe winda kirin qet kêm nebûye. Malbata Akalin a guleya topê li mala wan ket û zaroka wan a 10 salî Buşra jiyana xwe ji dest da, yek ji van malbatane. Her ku di paceyê re meze dikin dibêjin gora Buşra heye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina kolana hat îlankirin. Di van qedexeyan de, nêzî 300 mirovên dinav de dayik, zarok, xwendekar, rojnameger û siyasetmedar jî heye jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran xanî hatin hilweşandin. Di ser qedexeyan re 3 sal derbas bûn. di jêrzemînên Cizîrê de zêdeyî 300 mirov di êrîşên tang û topan de jiyana xwe ji dest dan. Di şer de bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koç kirin. Ligel ku 3 sal bi ser qedexeyan re derbas bûn jî, êş û kulên malbatên xizmên xwe di qedexeya 79 rojan de winda kirin qet kêm nebûye.
‘HER KU DERVE MÊZE DIKIN BUŞRAYÊ DIBÎNIN!
Malbata Akalin a di 14’ê Çile de, li Taxa Sûrê ya guleya topê li mala wan ket û zaroka wan a 10 salî Buşra jiyana xwe ji dest da, yek ji van malbatane. Malbata Akalin a 5 zarokên wan hene, ji bo êşa xwe karibin kêm bikin, nêzî 5 melan dûrî mala xwe dijîn. Endamên malbatê yên di vê pêvajoyê de rastî gelek zoriyan hatin, dûre dîsan vegeriyan mala xwe ya li pêşberî Goristina Aslî ya Cizîrê ya zaroka xwe lê defin kiribûn. Endamên malbatê ev sê salin her ku di paceyêr derve mêze dikin û derdikevin pêşiya malê gora zaroka xwe û girê ku guleyên topê ji wir diavetên dibîn in.
'XEMREVÎNIYA MIN TENÊ MIROVÊN DIJÎNE'
Bav Mehmet Akalin di dema ku keça xwe Buşra winda kir de, biraziyê xwe Yûsûf ê 12 salî jî winda dike. Bav Akalin dema em li deriyên wan dixin û dixwazin derbarê wan rojan de bi axive wiha dest bi axaftina xwe dike: “Xwedê neyîne serê tu kesan. Guleya topê dema li mala me dikeve ez ne li malê bûm. Min li cihek din bihîst. Dema ez derve de bûm j imin re gotin. Ji ber qedexeyê zarokên xizmên me jî hatibûn gel me. Nêzî 30 kesan hebûn. Ger gula topê li qatek jortir biketiba, dê komkujiyek mezin bihata jiyîn. Dema hatim malê tenê, li saxan digeriyam. Xemreviniya min tenê mirovên dijîn bûn.”
'AFATEK MEZIN HAT SERÊ ME’
Bav Akalin, di dewama axaftina xwe wiha got: “Piştî min keç û biraziya xwe winda kir, derûniya min xerab bû. Nêzî salekê ez ne xebitîm. Afatek mezin hat serê me. Her ku ez derve mêze dikim, ez gora keça xwe dibînim.”
Malbata Kalkan jî mîna malbata Akalin, li Taxa Cûdî li ber deriyê malê kurê wan Ferdî Kalkan ê 20 bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dide. Malbata Kalkan jî bi tu awayê tiştên jiyan ji bîr nekirin û êşa wan mîna roja destpêkê germe. Ji ber ku xaniyê malbata Kalkan di dema qedexeyê de hat hilweşan, niha di xaniyekê kirê de dimînin.
DIBE KU HEYA ÎRO BIJIYA
Dayik Akîde Kalkan, diyar kir ku dema gule li kurê wê ket, bangî ambulansê kirin, lê hêzên leşkerî destûr nedan ambulans we re û wiha axivî: “Ji ber vê yekê heya serê sibê, kurê min xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da. Ew roj qet ji hijê min dernakeve. Destûr nedan ambulans were. Ger ambulans bihata, dibe ku kurê min hîna bijiya. Piştî cenazeyê kurê min rakirin morgê û şûnde lig ora bêkesan defin kirin. Tenê numareyek goran xistin dest me. Ez ne pêewleme ku bi rastî ew gor ê kurê min be. Derbarê vê de tiştekê nizanim. Ligel vê yekê jî ez dizanim ew gor yek ji kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê qebûl dikim ku gora kurê min e. Min kêla gorê jî çêkir.”
'EZÊ QET JI BÎR NEKIM Û NE ÇIM’
Dayik Kalkan, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Hemû liv û tevgera kurê min tim tên berçavên min. Ezê tu carî wan rojan ji bîr nekim. Dibe ku ez hin tiştan dinava çend deqeyan de ji bîr bikim û êdî nekarim tu karî bikim. Dibe ku mala min jî ji destên min derxistibin. Lê ezê dîsan jî, li vê derê holikekê avabikim û têde bijîm. Ez ê tu carî ji vê derê neçim û wan rojan qet jî ji bîr nekim.”