ANTALYA – Alîkarê Midûrê Polîsan ê Antalya Alî Karaaslan bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anî.
Alîkarê Midûrê Polîsan ê Antalya Alî Karaaslan di hundirê taksiya xwe de bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Karaaslan saet li derdora 10.00’an li navçeya Kepezê hat dîtin. Sedemê întîxarkirina Karaaslan nehat zanîn û beriya niha jî hevjîna wî ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû.